JINHA ya ku li dijî çapemeniya serdest hat avakirin 5 sal berê hat girtin 2021-10-29 09:01:18   Nişmiye Guler   STENBOL - JINHA ya ku desthilatdarî û çapemeniya serdest a mêr nerehet kir, 5 sal berê bi KHK’ê hat girtin.   Ajansa Nûçeyan a Jinê (Jinha) di 8’ê Adara 2012’an de ji aliyê komek rojnamegerên jin ve li Amedê hat avakirin. JINHA ku bi şîara ‘û em dinivîsin…Bêyî ku em bêjin mêr çi difikirin,  dinivîsin’ derketin rê û di pêvajoya ku weşan dikir, îmze avêt binê gelek nûçeyên girîng.   Fikra ajansa nûçeyan a jinan bi JINHA’yê dest pê kir   Charles-Louîs Havas ku yekem ajansa nûçeyan a cîhanê Agance Havas ku di çaryeka sedsala 19’emîn de di 1832’an de  ava kir, li ser îhtîmala ku rojekê wê ajanseke jin tê de bixebitin nesekinî. Lê jinên Kurd bi JINHA’yê hîmê vê avêt. Fikra Jinhayê jî aydê rojnameger Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ku di 2006’an de li Îranê hat qetilkirin bû.   Di çapemeniyê de zimanekî nû   Dema ajansa jinê hat avakirin, bala gelek kesî kişand. Li aliyê din jî  gelek rojnamegeran jî ji ber ku di nûçeyan de paşnavê ku baviksalarî temsîl dikir nedihat bikaranîn, zimanê wê qebûl nekir. Lê jinan di şertê li dijî zimanê serdest dan destpêkirin de hîmê zimanê nû yê di çapemeniyê de avêtin. Ajansa ku di beşa jin, zarok, ekolojî de nûçe çêkir, bû dengê hemû jinên ku keda wan nayê dîtin, dengê wan nayê bihîstin. Ji ber ku her tim mîkrofon dirêjî jinan kir, ev ji bo hevalên xwe yên çapemeniya azad jî bi bandor kirin.    Ne jin gumanbar guherî   JINHA’yê bi dîmenên bi kar anî jî rê li ber aliyekî din vekir. Li dijî feraseta çapemeniya alîgir a jinê teşhîr dike, JINHA’yê serî hilda û gumanbarên jin û zarokan teşhîr kir.   Avakirina zimanekî kolektîf   Ajansê zimanê nûçeyê jî bi mêjiyê jinê yê kolektîf pêş xist. Ji zimanê zayendperest xwe dûr girt, di nava demê de xwe gîhand astekê.   Bû dengê gel   JINHA’yê di 2015’an de bi nûçeyên li qada rêveberiyên xweser çêkir, li ser berxwedana gel sekinî. Li dijî sûc û rastiya şer a Tirkiyeyê , nûçegîhanên JINHA'yê li Şirnex, Gever, Gimgim, Farqîn, Nisêbîn û Sûrê nûçeyên gelê berxwedêr çêkir.   Zext û çewisandin   JINHA’yê bi nûçeyên çêkir, desthilatdarî û çapemeniya wê nerehet kir, di 2015’an de rastî astengiyan hat, nûçegîhanên wê hatin girtin û binçavkirin. Nûçegîhanên wê nekirin qadan, lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin. Alavên wan hatin desteserkirin. Tevî van wan rêwitiya heqîqetê berdewam kir.   Denîz Firat û Nûjiyan Erhan   JINHA’yê her wiha li Rojava, Şengal û Mexmûrê êrîşên DAIŞ’ê jî şopand. Denîz Firat û Nujiyan Erhan ku di dîroka çapemeniya jinên kurd de bi tîpên zêrîn navê xwe nivîsandin, rojnamegeriya ajansê kirin.    Xelatên ku ajansê girtin   JINHA'yê di 4 sal jiyana weşana xwe de gelek xelat girt. Di Xelatên Rojnamegeriya Metîn Goktepe de ‘Xelata Nûçeya Nivîskî’, di ‘Xelatên Rojnamegeriya Şehîdên Çapemenî û Musa Anter’ de jî  xeleta ‘Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersoz’  girt û hêjayî Xelata Evrîm Alataş a li dijî Newekheviyê ÎLEF hat dîtin.   JINHA bi serkeftina xwe ji aliyê rojnameger û rêxistinên navneteweyî ve ji nêz ve hat şopandin. Gelek rojnamegerên ji derveyî welat hatin çûn serdana JINHA’yê.    Bi KHK’ê hat girtin   Desthilatdariyê di şeva 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’a hejmar 675 JINHA û ligel wê 10 rojname, du ajansên nûçeyan û sê kovar girt. Bêyî ku teblîgatek ji JINHA re bê deriyê wê nîvê şevê hat mohrkirin.   ‘Me pênûs ji bo li erdê bikeve negirt’   JINHA’yê di daxuyaniya ku 30’yê cotmehê de da wiha got: “Em wek bermahiyên Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat û Şîlan Arasan, têkoşînê didomînin. JINHA wê her daîm bibe dengê jin û têkoşîna jinan. Em li dijî hukmên ku AKP’ê û dewleta mêr biryara wê daye serî natewînin. Em ê bi gotina ‘Mêr çi difikirin’ nanivîsin, niha jî em ê nebêjin ku ‘mêr çi biryarê didin’ û nivîsandina xwe bidomînin. Ev têkoşîn nû dest pê dike. Ji vir şûnde em li her derê ne. Em bêdeng namînin. Me pênûs ji bo li erdê bikeve negirt destên xwe.”   Ajansên nû   Jinan soza xwe ewil bi Şujinê anîn cih. Piştre Şujin jî bi KHK’ê hat girtin. Jinan li ser vê JINNEWS ava kirin û ji cihê maye berdewam kirin. Rojnamegerên jin ên kurd ku hedef dikin zimanê serdest ê mêr yê di çapemeniyê de biguherin, bêguman desthilatdarî û çapemeniya wê nerehet dike û wê bike jî. JINHA, Şujin, JINNEWS, Jin TV, NUJINHA û gelekên din..