‘Berxwedana Kobanê ji bo gelan bû hêvî’ 2021-10-28 09:04:43   Dîlan Babat - Gokçe Akgol   ENQERE- Fatma Edemen ya ji komkujiya Pirsûsê xilas bû diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û berxwedana li Kobanê tê dayîn ji bo hemû gelan dibe hêvî.   Bi piştgiriya hêzên herêmî û global, DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê, bi dehezaran mirov qetil kirin û di payîza 2014’an de li Kobanê di serî de bi ya Gelê Kurd, rastî berxwedaneke mezin a gelan hat. Gelan li dijî çekên giran yên DAIŞ’ê bikardianîn, berxwedanek mezin dan û axa xwe parastin, bûn hêviya Rojhilata Navîn û hemû gelan. Berxwedan di heman demê de bû bersiva ‘Kobanê li ber ketinê ye’. DAIŞ têkçûna ewil li Kobanê girt û Kobanê bû navê berxwedan û piştevaniya enternasyonel. Bi berxwedan û hêviya ji Rojava belav bû, 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê hat îlankirin.   Ji deverên cuda ciwanan berê xwe dan bajarê hêvî û berxwandanê, Kobanê. Yek ji cihên ku herî zêde tevlîbûn çêbû jî metropolên Tirkiyeyê bûn. 300 ciwanên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca tevlî pêvajoya avakirina Kobanê bibin çûn Pirsûsê, rastî êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê hatin û 33 ciwan hatibûn qetilkirin.Yek ji ciwanên ku komkujiyê xilas bû, Fatma Edemen ya xwendekara beşa rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragîhandinê ya Zanîngeha Enqereyê bû. Fatmayê der barê pêvajoyê de nirxandin kir.   ‘Heta dema komkujiyê pêvajo bi kelecan û hêvî derbas bû’   Fatma ku niha li Polonyayê dijî, bi lêvkir ku bi hilbijartinên 7’ê heziranê re hêviya wan zêde bûye ku wê hinek tişt biguherin û wê demê fikra destpêkirin kampanya ji nûve avakirina Kobanê demek dirêj nîqaş kirine. Fatmayê wiha dirêjî dayê: “Heta dema komkujiyê pêvajoyek bi kelecan û hêvî derbas bû. 6-7 meh beriya wê pêvajoyê dest pê kiribû heta hema hema salek bû di hişan de bû. Ji ber rêxistinên ciwanan di kampên havînê de kampan dike. Ev kamp piranî li ber behran heta piranî li Îzmîrê dihatin kirin. Lê em di pêvajoyek wisa de bûn, em di pêvajoyek xurt û guhertinek mezin de bûn. Lê şer jî li pişt serê me hebû. Em bi awayekî dibûn şahidê hovîtiya DAIŞ’ê. SGDF’ê got ‘Em salek din jî nikarin li ber behrê kampê dikin, em ê îsal cuda bikin.’ Li Kobanê jî xwe nîqaşên ji nûve avakirinê didomiyan. Me jî tiştekî wisa plan kir.”   ‘Em Rojava wek şoreşa jinê dibînin’   Fatmayê destnîşan kir ku armanca wan ya esas ev bû ku di hefteyekê de ‘çi karibe bê kirin’, ‘li alî Tirkiyeyê çi alîkarî bê komkirin û vê alîkariyê bibin wir’ bû û wiha dirêjî dayê: “Di vê kampanyayê de jinên ciwan rolek mezin lîstin. Bi taybet di dema rêxistinbûn û belavbûna kampanyayê de, piştgiriya Polen, Ezgî, Buşra û Aydan yên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan gelek mezin bû. Her wiha hevalên me yên din jî yên li wir û yên birîndar bûn di wê pêvajoyê de her tim li eniya pêş bûn. Bêguman bandora geşedanên şoreşa jinê ya li Rojava li ser me kiribû. Ji ber ku dema em dibêjin Şoreşa Rojava, em tenê behsa têkoşîna li dijî DAIŞ’ê nakin, jinan di heman demê de pergaleke civakî ya cuda ava kiribûn. Ji bo jinên ciwan pêvajoyek cuda û bi hêvî bû. Dema em gihiştin Pirsûsê me ferq kir ku wê bi komî me derbas nekin. Lê derbasbûna heyetekê û her wiha yên mabûn li Pirsûsê di konbajar de bi penaberan re hinek tişt kirin,  ji bo me kelecan bû.”   ‘Divê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn bihata dayîn’   Fatmayê bi lêv kir ku tevlibûna şoreşa Rojava a jinan gelek girîng bû û di şer de yên herî zêde bi bandor bûn jin û zarok bûn. Fatmayê wiha dawî lê anî: “Bi taybet di 2014’an de piştî tiştên li Şengalê hatin jiyîn şûnde, kuştina jinên êzidî, qetilkirina jinan û wek kole firotin, hewce bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê didît. Wê demê me gotibû ev ne tenê mijara gelên Rojava û Sûriyeyê ye. Ger ku DAIŞ li wir nehatiba têkbirin wê îro bandor li ser mirovên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî bikira. Piştî pêvajoya bi Pirsûs û Enqereyê destpê kir şûnde heta komkujiya Reîna ya 2017’an dirêj bû, DAIŞ ket Tirkiyeyê, êrîşên cuda hatin jiyîn, gelek kesî wê demê jiyana xwe ji dest da. Tevî ku mafê daxwaza welatiyan ya derketina kolanê bê krîmînalîzekirin jî, ji vê wêdetir mafê demokratîk tunebû. Serkeftina Rojava dihat wateya cesaretbûna Kurdên herêmên din, xurtbûna wan  û xurbûna gelên din. Dewletê jî ji ber vê tirsê êrîş pêk anî.”