'Tê xwestin bi tecrîdê îradeya gelan têk biçe' 2021-10-21 09:13:21   'Hêlîn Asmîn   ŞEHBA - Endama Komîteya Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Şirîn Reşîd têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ev 22 sal in li Îmraliyê tê girtin diyar kir tê xwestin bi tecrîdê îradeya gelan têk biçe û wiha got:"Rêberê gelê kurd bi fikir û felsefeya xwe her tim bi gelê kurd re dijî. Heta Rêberê me azad nebe em dest ji têkoşîna xwe bernadin."    Dewleta tirk ev 22 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de digire. Tecrîdê pêk tîne û her roja ku diçe jî ev tecrîd girantir dibe. Her çiqas ji bo hevdîtinê serlêdan tên kirin jî ev serlêdan bi hincetên cuda tên betalkirin. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Şirîn Reşîd nirxandin kir.    'Tê xwestin bi tecrîdê îradeya gelan têk biçe'   Şirîn Reşîd li ser tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn tê xwestin bi tecrîdê îradeya gelan têk biçe û wiha got:"Di sala 1998'an de bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê komploya navneteweyî dest pê kir. Em ji bîr nekin ku ev sed sal in li ser gelê kurd komplo tê meşandin û heta niha jî ev komplo berdewam e. Dewletên navneteweyî bi rêka vê komployê xwest hedef û xeyalên xwe yên sed salan pêk bîne. Armanca komployê ya esasî yek jî jê tunekirina gelê kurd e. Di heman demê de xwestin bi komployê re îradeya gelê kurd bişkînin. Ji ber vê hêzên komploger dibêjin ger ku em Abdullah Ocalan bigirin em ê gelê kurd jî tune bikin lê em dikarin bibêjin ku ev komplo bi ser neket. Ji ber wê jî di  2011'an de xwestin tecrîdê hîn giran bikin. Di heman demê de bi navê bihara gelan, destên xwe dirêjî Rojhilata Navîn bikin."   'Rêbertî ji bo gelê kurd bûye bawerî û fikir'   Şirînê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn Abdullah Ocalan ji bo kurdan bîr û bawerî ye û ev tişt got:"Bi êrişa li ser Sûriyeyê tê xwestin hinek armanc pêk bên. Lê belê destilatdar negihiştin hemû armancên xwe. Ji ber ku Rêbertî ji bo gelê kurd bûye bawerî û fikir. Hêzen hegemonîk nikarin girêdana gel û Reberê gel ji hevdu kut bikin. Gelê bi hezar salan di qirkirin û tunekirinê re derbas bûye îro bi saya Rêber Apo berê xwe dikare bide ronahiyê. Gelê kurd û gelê azadîxwaz felsefeya Rêber Apo ji xwe ra esas digirin. Ev jî ne li gorî berjewendiya sîstema hegemonîk û kapîtalîzmê ye. Projeya Netewa Demokartîk a Rêber Apo li dijî kapîtalîzm û pergala hegemonîk e.  Ev fikir niha li hemû deverên cîhanê hatiye belavkirin. Lê ev jî ne li gor hedef û armaca devletên navneteweyî ne.''   'Dem dema Azadiya Rêber Apo ye'   Şirînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Careke din em dibêjin baweriya gel bi rêberê gel heye. Gel hêzê ji rêberê xwe digire û jê hez dike. Me weke Komîteya Azadiya Rêbertî ev hêz û bawerî di gel de dît. Her wiha têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi her awayî gel dide meşandin. Niha ev 22 sal in rêberê me di hundir zindanê de ruxmê hemû zor û zehmetiyan jî têkoşîna xwe dide meşandin. Her wiha bi salan e gelê kurd û jinên kurd li qadan e û ji bo têkoşîna rêberê xwe hîn xurtir bikin li berxwe didin. Ez jî  weke endameke di komîteya Azadiya Rêber Apo de cihê xwe digirim dikarim bêjim heta Rêberê me azad nebe em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Bangewaziya min ji bo Mafên Mirovan û CPT'yê ev e. Bila erka xwe ya li hember  Rêber Apo û gelê kurd pêk bînin, tecrîda li ser Rêber Apo rakin. Di vê demê de hemû çalakî û xebatên me ji bo azadiya Rêber Apo ye. Wê ev yek bibe dirûşma me. Em ê bigihêjin azadiya fîzîkî ya Rêber  Apo. Ew kesên ku dixwazin me tune û qir bikin bila di wî milî de bawer bin ku gelekî li ser asta fikir û felsefeyekê mezin bibe tu carî tune nabe.''