7 sal ji ser qetilkirina rojnamegerê bi bisiqlêta şîn derbas bûn 2021-10-14 09:17:59   EDENE - 7 sal ji ser qetilkirina Xebatkarê Azadiya Welat Kadir Bagdu ya ji aliyê DAÎŞ'ê ve derbas bûn. Hevjîna Kadrî Şemsa ya ku Kadrî yê wekî rojnamegerê bi bisiqlêta şîn dihat naskirin yekî bi têkoşîna xwe ve girêdayî pênase kir û diyar kir ew yekî bi biryar bû wiha got:"Heta ez hilmê bigirim ez ê şopandina rêya wî bidomînim."   Li Kuçeya Ovayê ya semta Şakirpaşayê ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê di 14'ê Cotmeha 2014'an de Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadir Bagdu yê bi bisiqlêta şîn rojname belav dikir ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat qetilkirin. 7 sal ji ser qetilkirina rojnamegerê bi bisiqlêta şîn derbas bûn.   Piştî qetilkirina Kadrî di 2016'an de lêpirsîn hat destpêkirin û ji dîmen, nivîsandinan hat eşkerekirin ku Servet Koç ê DAÎŞ'î Kadrî qetil kiriye. Lê belê tevî vê yekê jî tu pêşketin di dosyayê de çênebûn. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di cotmeha 2020'î de ev qetilkirin wekî "bûyereke edlî" nirxand û biryara "lêgerîna daîmî" hat dayin.    Kadrî û malbata xwe piştî di 1993'yan de gundê wan tê şewitandin û valakirin koçî Edeneyê dikin. Di demeke kurt de Kadrî di rojnameya Azadiya Welat de wekî belavkar dixebite. Hevjîna wî Şemsa Bagdu balê dikşîne ser girêdana Kadrî ya rojnameya Azadiya Welat û wiha dibêje:"Kadrî bi keda ku dida dixwest bi awayekî bi rûmet jiyana xwe ji dest bide."   'Dewletê rehetî nedidayê'   Şemsayê da zanîn Kadrî rojname her pîroz dîdît û dema ew di 2004'an de beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bûne bi Kadrî re hatine girtin. Şemsaya ku diyar kir zarokên wan bi mehan tenê mane wiha got:"Dema em hatin girtin Kadri ji min re got 'Xwe li ber nexe têkoşîn tiştekî wiha ye. Tu yê di demeke nêz de zarokên xwe bibîne'. Ew wiha li ber min digeriya. Piştî em 4 mehan di girtîgehê de man em hatin tehliyekirin. Ji ser salek derbas bû. Vê carî jî ez û lawê xwe hatin girtin. Dewletê rehetî nedidayê. Carekê dema hatibû binçavkirin îşkence lê hatibû kirin. Du parsûyên wî hatibûn şikandin. Dîsa jî wî dev ji rojnameyê berneda."   'Pir ked da rojnameyê'   Kadrî berî bê qetilkirin mirovan jê re digotin 'Dev ji rojnameyê berde. Dê tiştekê were serê te.' Lê belê Kadrî bi keda ku dida dixwest bi awayekî bi rûmet jiyana xwe ji dest bide. Şemsayê tîne ziman ku Kadrî ji mirinê neditirsiya û ji bo rojnameyê bigihêje ber destên mirovan çi ji destan bihata dikir. Şemsayê di berdewamiya gotinên xwe de Kadrî wiha rave kir:"Mirovan gelekî jê hez dikirin. Wî gelekî ked da rojnameyê. Berê jî li gelek saziyan dixebitî. Lê belê herî zêde ji rojnameyê hez dikir. Nêzîkatiya wî ya li hemberî min cuda bû. Tu carî min biçûk nedidît. Kesên jin biçûk didîtin bi wan re têkilî danedianî."   'Rojnamegerên kurd rastiyê dinivîsin'   Şemsayê bi bîr xist ku tevî ku dîmenên kêliya qetilkirina Kadrî heye jî kes nehat cezakirin û wiha got:"Cihê Kadrî lê hat qetilkirin qemara hebûn lê belê ew qemerana piştre ji cihê wê hatibûn rakirin. Ji bo kujer bê dîtin parêzeran pir li berxwe dan. Lê belê tu encamek bi dest nexistin. Bi dehan rojnamegerên kurd hatin qetilkirin. Çima ev nehat ronîkrin? Li her derê cîhanê rojnamegerî tê kirin, çima kurd bi rehetî nikarin rojnamegeriyê bikin? Çimkî ew rastiyê dinivîsin. Ji ber ji rastiyê ditirsin dixwazin zextan bikin. Ew çi dikin bila bikin ew ê nikaribin ardilên Apê Mûsa bi dawî bikin. Heta ez hilmê bigirim ez ê şopandina rêya wî bidomînim."   'Ez qertên wî yên çapemeniyê hiltînim'   Şemsayê da zanîn ku dema Kadrî hat qetilkirin zarok jî li dû wî giriyan û ev nîşan dide ku çiqas tê hezkirin. Şemşayê diyar kir ku ew qertên Kadrî yên çapemeniyê hîn hiltîne.