'Hestî jî mabin bila cenazeyê me bidin' 2021-10-02 09:13:19   COLEMÊRG - Behîce Kaya ku 4 meh berê kurê wê di êrîşa hewayî ya li Tendurek a Agiriyê de jiyana xwe ji dest da, hîna cenazeyê kurê xwe negirtiye û da zanîn ku divê demildest cenazeyê kurê wê bê teslîmkirin.   Kasim Kaya yê HPG'yî di êrîşa hewayî ya li Tendurek a Agiriyê de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Behîce Kaya wiha got: “Hestiyên kurê min jî mabe, ez cenazeyê kurê xwe dixwazim.”   Di 12’ê Hezîrana 2021’ê de li herêma Tendurek a Agiriyê piştî pevçûna hat jiyîn şûnde di êrîşa hewayî ya hat destpêkirin de Kasim Kaya (Şoreş Andok) yê HPG’yî jiyana xwe ji dest dabû. Tevî ku malbatê mînaka xwînê da jî hîna cenaza nehatiye dayîn. Dayik Behîce Kaya bi mehane hewl dide cenazeyê kurê xwe bigire, daxwaz kir ku demildest cenaze bê dayîn.   Behîce Kaya bi lêv kir ku kurê wê di 2013’an de çûye çiyê û agahiya kurê xwe ji televîzyonê girtiye û wiha  dirêjî dayê: “Piştî me di televîzyonê de nûçe dît, me dest bi pirsînê kir. Em fêr bûn ku li Tendurekê şehîd ketiye. Bavê wî bi çend xizmên me re çû wir. Çûne dozgeriyê li cenaze pirsîne, ji hevjînê min re gotine ‘tu cenazeyek ne li vir e,  gur û hirçan hemû xwarine’. Hevjînê min baş lêkolîn kir û agahî girt ku li wir e. Me ji bo DNA mînak da.”   ‘Em cenazeyê xwe dixwazin’   Behîceyê  destnîşan kir ku bîranînên kurê wê her tim li ber çavê wê ye û wiha vegot: “Bila cenazeyê me bidin me. Yekane daxwaza min ev e, bila hestiyên wî bidin me. Ez dixwazim kurê xwe bibim gund, dixwazim gorek kurê min hebe. Wekî din tiştekî naxwazim.”   ‘Bila dayik negirîn’   Behîceyê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Canê me dişewite, bila cenazeyê me bidin me. Qe nebe em ê biçin ser gora wî. Bila dilê me rehet be. Ez rîca dikim, bila hema agahî bidin me ez diçim tînim. Bila dayika kesî negirî, bila dayikên gerîla, leşker û polîsan negirîn. Êdî bes e. Bila kes nemire. Em aştiyê dixwazin. Bila aştî bê û dayik negirîn.”