12'yê Çileya 1931: Nivîskar Leyla Erbîl li Stenbolê hat dîne 2021-01-12 12:03:02   Nivîskar Leyla Erbîl li Stenbolê hat dinê. Nivîskar Leyla Erbîl ji hêla PEN'a Tirk ve ji bo Xelata Wejeyê ya Nobelê namzet hat nîşandan. Cara yekem jinek wekê namzet hat nîşandan. Bi çîrok nivîsandinê dest bi nivîskariyê kir. Gelek romanên wê hatin weşandin. Li dijî bîrdoziya ol, malbat, dibistan û civakê di sala 1956'an de dest bi têkoşînê ya li hemberî rêzimaniyê kir û xwest hinek têgehan biguherîne.    Di nava avakirina Yekitiya Hunermenêd Tirk a sala 1970'an û Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê ya sala 1974'an de cih girt. Di sala 1961'an de bû endama Partiya Karkerên Tirkiyeyê. Di sala 1999’an de ji Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) bû parlamenter. Di sala 2013’yan de jiyana xwe ji dest da.    1909: Rojnamegera femînist Barbro Alving li Swedê hat dinê. Barbro, navê Bang her tim bikardianî. Piştî şerê navxweyî ya Spanyayê, şerê 2'yemîn a Cîhanê de nûçegîhaniyê kir. Di kovar û rojnemeyên navdar ên Swedê nivîs nivîsand. Barbro Alving di sala 1987'an de jiyana xwe ji dest da.    1915: Meclîsa Nûnertiyê ya Amerîkayê pêşnûme qanûna derbarê bikaranîna dengdayîna jinan red kir.    1931:  Nivîskar Leyla Erbîl li Stenbolê hat dinê. Nivîskar Leyla Erbîl ji hêla PEN'a Tirk ve ji bo Xelata Wejeyê ya Nobelê namzet hat nîşandan. Cara yekem jinek wekê namzet hat nîşandan. Bi çîrok nivîsandinê dest bi nivîskariyê kir. Gelek romanên wê hatin weşandin. Li dijî bîrdoziya ol, malbat, dibistan û civakê di sala 1956'an de dest bi têkoşînê ya li hemberî rêzimaniyê kir û xwest hinek têgehan biguherîne. Di nava avakirina Yekitiya Hunermenêd Tirk a sala 1970'an û Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê ya sala 1974'an de cih girt. Di sala 1961'an de bû endama Partiya Karkerên Tirkiyeyê. Di sala 1999’an de ji Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) bû parlamenter. Di sala 2013’yan de jiyana xwe ji dest da.   2010: Anne Frank û malbata wê ji bo xwe ji Naziyan biparêzin li cem Miep Gies ê mabûn. Piştî ku Anne hat girtin Miep Gies rojnivîska Anneyê weşart. Miep 101 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Bi saya werêktiya Miepê, dokumenta berxwedana li dijî faşîzm û zilmê di dîrokê de ma.    2018: Cara yekem jinên Erebistana Siûdî li stadyûmê musabakaya futbolê temaşe kirin. Cara yekem jin bêyî mêran li bajarên wekî Riyad, Cidde û Dammamê jin çûn stadyûman. Cihê ku ji bo jinan hatî veqetandî jin musabakayan temaşe kirin. Jin êdî dikarin li wan cihan beyî mêr rûnên.    2019: 9'emîn Konferansa Jinên Kongreya Demokratîk a Gelan pêk hat. Ji 15 bajaran nêzî 150 delege tevlî konferansê bûn.    2019: Femînistên Norveçê bertek nîşanî gotinên Serokwezîr Erna Solbergê "Gelek zarok bînin dinê" dan. Jinan li ser bi hezaran bincilkan nivîs nivîsandin û ji Serokwezîr Solberg re şandin.