22'yê Mijdarê 1976: Nivîskar Sevgî Soysal jiyana xwe ji dest da 2020-11-22 11:34:59   Nivîskara Tirk Sevgî Soysal bêyî ku romana xwe ya bi navê "Hoşgeldîn Olum(Tu bi xêr hatî mirin)" biqedîne ji ber nexweşiya penceşêrê di 22'yê Mijdara 1976'an de jiyana xwe ji dest da.   Hin bûyerên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1976: Sevgî Soysal a ku gelek pirtûkên wê hatin komkirin û hat girtin di 22'yê Mijdara 1976'an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.   2015: Li wanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de lîstikvanên Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) lîstika xwe ya şanoyê ya bi navê "Qêrîn" da pêşandan. Lêstika Qêrîn ku mijara wê tundiya li ser jinê û zewaca di temenê zarokatiyê de bû li Naveda Çanê ya Nûda hat pêşandan.   2015: 3'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya ku li Amedê hat lidarxistin perdeyên xwe, bi dansa bi navê "Leyla" ku jiyana hunermenda kurd a dansê Leyla Bedirxan vedibêje girt.   2016: Li navçeya Rezanê ya Amedê polîsan Sabîha Ucoş qetil kir.   2016: Li Tirkiyeyê pêşnûmeqanûna ku ger tecawzikar bi kesa tecawizî wê kir re bizewice divê cezayê wî bê taloqkirin ku li bendê bû di meclisê re bê derbaskirin di encama têkoşîna jinan de paşve hat kişandin.   2018: Dayka Yek ji kesên ku ji bo sekreteryaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neqlî GIrtîgeha Îmraliyê hat kirin Nasrullah Kuran ku di heman demê de keda wê di têkoşîna azadiya kurdan de hebû Kadriye Kuran jiyana xwe ji dest da.