21 Mijdarê 2002: Şemse Allak hat recîmkirin 2020-11-21 10:52:20   Şemse Allak li Mêrdînê ji hêla Halîl Açil ve bi tecawizê re rûbirû ma bû. Şemse ji hêla birayên xwe ve di 21'ê mijdara 2002'yan de hat recîmkirin.    1998: Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, 1'emîn Komcivîna Stargehan li Salona Konferansê ya Maçkayê a ÎTU'yê bi tevlîbûna bi sedan jinan pêk hat.    2002: Şemse Allak di 2002'yan de ji hêla Halîl Açil ve bi tecawizê re rûbirû ma. Şemse ji hêla birayê xwe Ridvan, Zulfîkar û Emrullah Allak ve di 21'ê mijdarê 2002'yan de bi kevir û şivikan recîm kirin. Halîl Acil jî bi kevir û şivikan hat kuştin. Şemse 6 mehan di komayê de ma û di 7'ê hezîrana 2003’an de jî jiyana xwe ji dest da. Bi hewldana rêxistinên jinan recîmkirina Şemsê derket holê. Ji ber ku malbat xwedî li cenaze derneket ji hêla wezîfedarên şaredariyê ve hat definkirin. Jinan nimeja cenazeyê kir. Kesên ku Şemsê bi rêkirin jin bûn. Her wiha birayê Şemseyê Mehmet Emîn Allak 20 sal û 8 meh, Emrullah Allak 12 sal û 6 meh, Ridvan Allak jî 17 sal û 6 meh ceza girtin.    2015: Bi pêşengiya girtiyên jin ên li Denîzliyê li dijî dorpeç û êrîşên li hemberî bajarên kurd çalakiya greva birçibûnê hat destpêkirin.    2017: Betalkirina parlamenteriya Leyla Zana bi hinceta ku nayê Meclîsê ji hêla Komîsyona Edalet-Makeqanûnê ya Meclîsê ve hat qebûlkirin.    2018: Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNICEF) bi minasebeta Roja Zarokên Cîhanê, Millie Bobby Brown (14) a rola sereke ya MStranger Thingsê dilîst, wekê qasida herî ciwan û baş îlan kir.