20'ê Mijdara 2016: Tevgera Jinên Azad hat damezrandin 2020-11-20 12:56:59   Jinên kurd, piştî hevdîtina ku di 20'ê Mijdara 2016'an de kirin Tevgera Jinên Azad (TJA) damezrandin û diyar kirin ku ew ê di bin banê vê tevgerê de têkoşîna xwe bidomînin.    Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:    1959: Netweyên Yekbûyî Deklerasyona Mafên Zarokan weşand.   1989:Nerweyên Yekbûyî (NY) bi taybetî ji bo ku zarokên li weatên xizan û şer li wan heye biparêze di 20'ê Mijdara 1d989'an de "Peymana ku mafên zarokan diparêze" îmze kir û ji wê dîrokê û şûnde 20'ê Mijdarê wekî "Roja Mafên Zarokan a Cîhanê" tê pîrozkirin.    1970: Feminîstan di 20'ê Mijdara 1970'yî de Peybira Albertt Hala a Xeşikên Cîhanê şermezar kir. Piştî çalakiya şermezarkirin 4 jin hatin binçavkirin.   1998: Îtalyayê, destûr neda ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di 12'ê Mijdarê de balafirê wî anî Rojamyê bikeve îtalyayê.     2016:  Piştî hevdîtina jinan a li Avahiya DBP'ê ya li Salona Vedat Aydin bi degndayîna ku ji aliyê jinan ve hat kirin jinên hevkarên KJA'yê diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe di bin navê Tevgera Jinên Azad (TJA) bidin berdewamkirin.   2016: Bi armanca piştevaniya bi Ajansa Jinan JINHA'yê re ku bi KHK'ê hat girtin jinan Kampanya "Jin ji JINHA'yê re dinivîsin" dan destpêkirin.    2017: Marta Vasquez a 90 salî ku di nava tevgera Dayikên Plaza De Mayo ya li Arjantînê ji bo ku winda bên dîtin hatibû avakirin de û yek ji kesên navdar ku di nava tevgera bi navê "Lînea fundadora" ya Mafên mirovî yên mirovan de cih digirt jiyana xwe ji dest da. Martayê 40 salî li keça xwe ya ducanî ya hat binçavkirin Maîra Marta Vasquez Ocampo û li torina xwe geriya.    2018:  Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê yên li Ewropayê, li Belçîkayê bi konferansa ku pêk anîn Yekîtiya Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN) ava kirin.   2019: Di 31'ê Adara 2019'an de piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî li yek ji şaredariya ku ji Qeyûman hat girtin a HDP'ê ya Sûrê, Navenda Jinan a Amîd hat vekirin.