Der barê parastina zarokan de kampanya 2024-08-21 19:12:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo zarokan kampanyayek ragihand. Di kampanyayê de dê gelek çalakî ji bo zarokan, malbat û civakê bêne lidarxistin.   Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk bi daxuyaniyekê kampanyaya ‘Ji bo zarokatiyeke tendurist… başî û parastin… pêşveçûn û hişmendî’ ragihand. Cîgira seroka desteyê Sewsen El Xelef bi beşdariya endamên desteyê û tevgerên jinan daxuyanî xwend.   Sewsenê destnîşan kir ku zarok rojane di encama şer û aloziyan de rûbirûyî binpêkirinan in û diyar kir ku tevî zehmetiyan jî lê ji bo Rêveberiya Xweser hişmendî, pêşveçûn û parastina zarokan, mafên sereke ne.   Sewsenê bi bîr xist ku Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk lihevkirin û peymanên NY`yê yên têkildarî zarokan esas digire, ji bo ku jiyanek û siberojeke baştir ji zarokan re misoger bike.   Bernameya kampanyayê wiha ye:   * Têkildarî rola malbatê û civakê di parastina mafên zarokan de, civîn bên lidarxistin.   * Têkildarî erkên demkî yên parastina jiyana zarokan bi rêya qanûna zarokan, lidarxistina semîneran.   * Girêdayî mijarên tenduristiya giştî ya zarokan û pêşxistina hişmendiya tenduristiyê, lidarxistina bernameyên hişyarkirinê.   * Ji bo pêşkêşkirina şêwira derûnî û civakî ji bo zarokan, lidarxistina xelekên hişyarkirinê.   * Ji bo pêşxistina jiyana zarokan di civakê de, teşwîqkirina însiyatîfên civakî yên dilxwaz.   * Ji bo pêşxistina behre û şiyanên zarokan da ku di jiyana xwe de serkeftî bin, lidarxistina werşeyên kar û perwerdeyê.   * Belavkirina broşûrên têkildarî rêgezên giştî yên mafên zarokan.   * Ji bo piştgiriya zarokan û pêşxistina wan di tevahî aliyan de, lidarxistina bername û çalakiyên perwerdeyê.   * Ji bo pêşkêşkirina desteka pêwîst û çareserkirina pirsgirêkan, serdana baxçeyên zarokan, dibistan û peymangehan.   * Bi koordîneya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan lidarxistina mîhrîcaneke zarokan.