Wê li Farqînê kreşa Kurdî were vekirin 2024-08-19 14:16:27     AMED - Meclisa Şaredariya Farqînê di civîna meha Tebaxê de biryara vekirina kreşeke ku dê perwerdehiya bi zimanê kurdî bide, da.   Meclîsa Şaredariya Farqînê ya Amedê civîna xwe ya meha Tebaxê li dar xist. Di civîna meclîsê de biryar hat dayîn ku di rojên pêş de li navçeyê kreşeke perwerdehiya kurdî bê vekirin. Hate destnîşankirin ku kreş armanc dike ku giraniyê bide perwerdeya bi zimanê dayikê û alîkariya zarokan bike ku zimanê xwe hîn bibin. Ji bilî perwerdehiya bi zimanê kurdî ji bo zarokan, kreş dê ji bo hînbûna lîstikê û pêşxistina şarezayiya civakî jî bernameyên xwe pêşkêş bike.   Projeya ku li navçeyê yekemîn kreşa perwerdehiya bi zimanê dayikê ye, tê plankirin ku di meha Îlonê de têkeve meriyetê.