Di karantînayê de ji bo zarokên Sendroma Down divê çi bê kirin? 2020-05-10 09:18:00       ENQERE - Di vê pêvajoya vîrusê de zarokên taybet yên neçar man li malê bimînin ji vê pêvajoyê zêdetir bi bandor dibin. Dayika zaroka bi sendroma Down Hacer Gezer, pirsgirêkên dijîn vegot û psîkokog Ozlem Akarken jî got divê rutîna zarokên taybet xera nebe.   Di pêvajoya vîrusê de bêguman yên ku herî zêde bi bandor dibin zarokên taybetin. Berîvan ya 17 salî ku sendroma Downê ye malbata wê diyar kir ku di karantînayê de zehmetiyên mezin dikşînin. Psîkolog Ozlem Akerken jî got di vê pêvajoyê de divê pirsgirêk bê çareserkirin.   Sendroma Down ne nexweşî, cudahiya genetik e   Sendroma Down ne nxweşî, anarmaliyeke kromozom û genetîka cuda ye. Bi mirovek normal re 46 kromozon hene bi yên sendroma Down re 47 kromozon hene. Tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê jî nêzî 70 hezar kesên sendroma down hene.   Berîvan Gezer ya 17 salî jî sendroma Down e. Ev du mehe ji ber vîrusê nikare derkeve derve û li malê ye. Dayika wê Hacer Gezer diyar kir ku malbatên rewşa wan ya aborî nebaş, di mezinkirina zarokên taybet de zehmetiyên mezin dikşînin û di şertên normal de divê Berîvanê di temenê biçûk de dest bi perwerdehiyê bikira û ji ber perwerdehiyên taybet bi pere ne zarokên wê jê fêde negirtine.   ‘Di 6 salî de dest bi perwerdehiyê kir’   Hacerê wiha got: “Wek hemû kesî zarokên taybet jî hewce bi perwerdê dibînin. Ji ber aboriyê di 6 salî de dest bi perwerdê kir. Zû dest pê bikira li gorî doktoran wê bikaribûna hewcedariyên xwe bianiya cih. Qe nebûya wê derdê xwe bianiya ziman. Lê naxive. Beyî min tiştekî nake. Niha 17 salî ye wek zaroka 4-5 salî ye. Sibê ez tunebim wê ev zarok çi bike. Jiyan wê ji bo wê gelek zehmet be. Di alî îqnakirinê de em zehmetiyan dikşînin. Dema mirovan dibîne, dixwaze biaxive têkiliyê deyne. Ez bi fikarim biçe mirovan maçî bike hembêz bike. Em dibêjin wê nexweş bikeve. Ji ber vê em dernaxin derve.”   ‘Rutîna wan xera dibe’   Psîkolog Ozlem Akarken jî got hinek rutînên zarokên taybet hene û mixabin di pêvajoya karantînayê de ev rutîn xera bûne û got: “Çûyîna dibistanê, çûyîna saziyên perwerda taybet, ji saziyên taybet piştgirî girtin, çûyîna parqê û bi malbatê re rutînên wan. Ji ber vê jî koma herî zehmetiyê dikşîne ev kom e. Malbat jî bi zarokên xwe re pirsgirêkan dijîn. Dema rutîna zarokên taybet xera dibe bêguman pirsgirêkên nêzîkatiyê jî diguherin. Bi zarokan re şûndeketinek çêdibe. Pêşketina ziman, îfadekirinê û tuwaletê xera dibe.”   Ozlemê destnîşan kir ku ne li gorî her astê be jî ji bo zarokên taybet bernameyeke perwerdê ya giştî hatiye plankirin û perwerdehiyê dest  pê kir û got: “Lê ji ber televîzyonê zarokên taybet ji pêvajoya perwerdê zêde fêdeyê nagirin. Malbatên vê bi kar tînin hene. Kêm malbat dibêjin ku bi zarokan re temaşe dikin û fêdeyê jê digirin.”   ‘Divê bi mamosteyên xwe re bikevin têkiliyê’   Ozlemê wiha berdewam kir: “Hinek saziyên perwerda taybet di vê pêvajoyê de pergala piştgiriya onlîne ava kirine û bi dîmen diaxivin. Malbatên li dibistanên dewletê zarokan didin xwendin jî divê bi mamosteyan re bikevin têkiliyê. Divê ji bo zarokan bernameyek xebatê ya rojane û rutînek bê avakirin. Divê teqez bi mamosteyan re rojane bernameyek bê derxistin, rutînek bê avakirin.”