Bîlançoya vîrûsa koronayê: 993 hezar û 542 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 11:39 26 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê heta niha 993 hezar û 542 kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 32 milyon 769 hezar û 408 kes jî bi nexweşiyê ketin. 
 
Li tevahiya cîhanê hêj jî bandora vîrûsa koronayê (covîd-19) didome. Li gorî daneyên dawiyê li tevahiya cîhanê 32 milyon 769 hezar û 408 kes bi vîrûsê ketin û 993 hezar û 542 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku li tevahiya cîhanê tedbîr hatin rakirin bêtir vîrûs belavbû. Her dewlet li gorî xwe hişyariyên xwe parastinê dikin. Lê li gorî daneyên ku derketin holê hişyariyên ku tên kirin terê nakin. 
 
Li Amerîka yê 7 mîlyon 244 hezar û 184, li Hîndistanê 5 mîlyon 903 hezar û 932, li Birezîlyayê 4 milyon 692 hezar û 579, li Rûsyayê 1 milyon 136 hezar û 48, li Îranê 439 hezar û 882, li Iraqê 341 hezarû 699, Li Tirkiyeyê 311 hezar û 455 kes bi vîrûsê ketin.