‘Em dixwazin tenduristiya mirovên koçber biparêzin’

  • 09:05 20 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Weqfa Jina Azad ji bo xizmeta koçberên Serêknaiyê navendek vekir. Li ser armanca vekirina vê navendê Rêvbera Navenda Weqfa Jina Azad a Bajarê Hesekê Yasmîn Osman axivî û got: ”Parastina tenduristiya mirovan erka me ye.  Em dixwazin di vê rewşa zehmet de xizmeta mirovên koçber bikin û barê wan sivik bikin.”
 
Dewleta Tirk û komên girêdayî wê bi çekên giran êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di encamê de bi hezaran mirov neçarî koçberiyê bûn û li deverên cûda bi cih bûn. Ji ber piraniya mirovên ku ji Serêkaniyê koçber bûne, li Kampa Waşûkanî ya ku dikeve bajarê Hesekê dimînin, Weqfa Jina Aazad a Kantona Hesekê ji bo bi koçberan re bi be alîkar odeyek di hundirê navenda  xwe ya li taxa Salihyê ji bo tenduristiya koçberan bê parastin û bên dermankirin vekir. Têkildarî mijarê Rêvbera Navenda Weqfa Jina Azad a Bajarê Hesekê Yasmîn Osman axivî. 
 
‘Navenda me ji bo xizmeta koçberên Serêkaniyê vekirî ye’
 
Yasmîn di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku wan ev proje ji bo xizmeta koçberan vekirine û bi taybet ji bo jin û zarok an vekirine. Yasemînê wiha berdewam kir:”Ji bo ku em bikaribin teduristiya jin û zarokan biparêzin me di hundirê navenda xwe de odeyeke beşa tenduristiyê vekir.  Bijîşikên li jin û zarokan dinêrin rojê du saetan  li vir kar dikin.  Di rojê de nêzî 30 koçber serdana odeya tenduristî dikin û pirsgirêkên wan ên tendirustî tên çareserkirin.  Ev proje gaveke erênî bû û encamên pir baş bi xwe re anîn.  Ji ber ku li kampan germahiya zêde heye gelek nexweşî bi zarokan re derdikevin. Herwiha jin jî bi zehmetiyên tenduristî re rû bir û dimînin. Ji bo xizmeta mirovên koçber em hertim amade ne ku barê wan sivik bikin.”
  
 ‘Em nexeşan pêşwazî dikin’
 
Yasmînê bal kişand ser belavbûna Vîrûsa Koronayê, tedbîrên ku ji bo pêşwazîkirina nexweşan tên girtin û wiha domand: ”Kesên nexweş ên ku serdana navendê dikin, em destpêkê rewşa wan kontirol dikin paşê wan derbas dikin. Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re, êdî metirsî li her derê heye. Pêwist e em parastina xwe û hemû mirovên ku serdana me dikin, bikin. Tedbîrên me di vî alî de hene. Kesên ku şibhe li ser wan hebe jî em bi Heyva Sor a Kurd re têkildarin ku li rewşa van kesan mêze bike. Ya girîng ew e ku em parastina xwe ji vê vîrûsê bikin.” 
 
 ‘Parastina tendurstiya mirovan erka me ye’
 
Yasmînê da zanîn ku her ew amade ne parastina tenduristiya mirovên civakê bikin û wiha dirêjî da gotina xwe: ”Piraniya kerê me di nava kampên koçberan de ye. Dema ku em serdana koçberên kampan jî dikin, em madeyên pagijiyê û dezefenteyê li wan belav dikin. Ji bo dibistanên zarokan jî projeyên me hebûn. Lê hîn me nekirine meriyeê, ji ber niha hemû zarok di betlanadibistanê de ne. Em hemû derfetên xwe dikin xizmeta koçberan. Divê em xeteriya vîrusa koronayê bi her kesî bidin nasîn. Ji bo ku em jiyaneke bi tendurist ji hemû mirovan re ava bikin.”