'Şandina nexweşan a li malê belavbûna vîrûsê zêde kir'

  • 09:02 15 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Dîlan Babat
 
WAN - Derbarê belabûna vîrûsa koronayê de hevseroka Şaxa SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku kesen ku testa wan pozîtîf derdikeve dişînin malê û ev tişt xetereyekî mezin e. 
 
Li Tirkiyeyê di 1'ê hezarînê de pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin û qedexeyên ku 3 meh bû hatibûn dayîn ji holê hatin rakirin. Piştî dest pê kirina pêvajoya asayîbûnê hejmara nexweşan zêde bûn. Herî zêde bajarên wekî Enqere, Amed, Riha, Mêrdîn, Dîlok û gelek bajarên din hejmar her roja ku derbas dibe zêde dibe. Wan jî yek jî wan bajara ne ku hejmar her roj zêde dibe. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê Fîgen Çolakoglu derbarê belavbûna nexweşiyê de axivî. 
 
Fîgen, destnîşan kir ku di pêvajoya destpêke ya 3 mehan de tedbîr hatin girtin û heke wisa bihata domandin belkî îro ev hejmar ew qas zêde nebûya. Fîgen, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha li hemberî me tabloyeke trajîk heye. Niha gelek nexweşxane ji ber nexweşiya koronayê tijê ne. Nexweşên giran li nexweşxaneyê dimînin û yên din jî dişînin malê. Ne mumkune ku hemû nexweş li nexweşxaneyan bên tedawîkirin û bên kontrolkirin. Ji ber vê jî gelek nexweşan dişînin malên wan. Li malê îzalasyon tê destpêkirin."
 
'Nexweşan dişînin malê'
 
Fîgen, da zanîn ku nexweşên ku teşhîsa wê/wî tê dayîn heke rewşa wê/wî giran nebe dişînin malê û got: "Gelo rêbas rast e. Li gorî nirxandinên me sedema zêde bûna hejmarê ji ber vê ye.  Kesên ku testê wan pozîtîf derdikeve dişînin malê. Wekî vîrûs di germahiyê de bandora xwe winda dike û di nava ciwanan de zêde nexweşî nîne nêzîkatiyekî bi vî rengî hat pêşxistin. Lê belê mînakên heyî nîşan da ku pitik jî û ciwan jî bi vîrûsê dikevin. Niha dê dibistan bên vekirin, dawet û şînê dê bidomin. Ev tişt sedî sed dibe sedema zêdebûna nexweşiyê. 
 
'Baweriya civakê şikestiye'
 
Fîgen, bal kişand ser meşandina pêvajoya pandemiyê ya ku ji hêla rayedaran ve tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêvajoya pandemiyê bi zelalî nehat bi rêve birin. Dema mirov daneyên fermî dinêre mirov cudahiya mezin jî dibîne. Her wiha di daneyên Wezareta Tenduristiyê de hejmara nexweşên di beşa lezgîn de heyî û nexweşên ku nikarin behnê bigirin û bi makîneyê dijîn nîne. Ev tişt bi guman e. Baweriya civakê şikestiye. Me di serî de got ku divê di pêvajoya pandemiyê de rêxistinên pîşeyî cih bigirin. Dikarin rê li pêşiya rêxistinên pîşeyî vekin û li qadan xebatan bimeşînin."