Li dijî vîrûsa korona li Mexmûrê tedbîr hatin girtin

  • 14:25 12 Adar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
MEXMÛR - Bi hevkariya şaredariya navçeya Mexmûrê û Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê li kolan û avahiyên sazî dezgehan hatin dermankirin. 
 
Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Maxmûr) û şaredariya navçeya Maxmûr a girêdayî bajarê Mûsilê li dijî vîrûsa corona tevahî kolan û taxên wargeha Mexmûrê hatin dermankirin. 
 
Endama Şaredariya Wargeha Mexmûrê Şêrîn Repinî têkildarî dermankirina kolanên wargehê axivî û got: “ Ji bo vîrosa korona dixwezin tedbîrên xwe hîn zêdetir bikin, em hewil didin tevahî wargehê derman bikin, Çi pêwîst bike em ê bi hev re bikin.”
 
Li ser navê karmenedên Şaredareiya Mexmûrê, Serokê Şaredariya Navçeya Maxmûrê Hestiyar Evdila wiha axivî û got: “Em weke ekîbên Şaredariya Navçeya Mexmûrê, bi tîmên agirkojiyê, karmendên şaredariyê û bi hevkariya şaredariya navçeya Mexmûrê me pêngavekî ya parastinê li dijî vîrosa koronayê dabû destpêkirin, ev pêngav wê di rojên pêşiya me de jî berdewam bike.”