Nexweşiya Diyabetê di 20 salan de wê du kat zêde bibe 2018-11-14 09:16:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber şert û mercên jiyanê nexweşiya diyabetê zêde bûye û di vê nexweşiyê jiyanek bi tevger rolek mezin dilîze. Pispora Diyet û Xwedîbûnê Ozden Okrçu bi wesîleya 14’ê Mijdarê Roja Diyabetê ya Cîhanê agahiyên girîng parve kir.   Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li cîhanê ji 350 mîlyonî zêde nexweşên diyabetê hene. Tê texmînkirin ku di 20 salên pêş de wê ev hejmar du qat zêde bibe.    ‘Gelek kes nexweşiya xwe ferq nakin’   Pispora Diyet û Xwedîbûnê Ozden Orkçu bi wesîleya 14’ê Mijdarê Roja Diyabetê ya Cîhanê axivî û diyar kir ku li gorî xebata ku Weqfa Diyabeta Tirkiyeyê kiriye, kesên di malbata wan de nexweşê diyabetê tune ye, der barê nexweşiyê de zêde ne xwedî agahî ne û got li Tirkiyeyê ji her 4-5 kesî yek nexweşê diyabetê ye.   ‘Fast food û bêtevgerbûn bingehê amade dike’   Ozdenê sedenên diyabetê wiha vegot: “Bi teknolojiya pêşketî re jiyana bêtevger zêde bûye. Terza jiyanek bi stres heye. Ji ber vê çanda xwedîbûna ‘fast food’ zêde bûye ev jî di nexweşiya diyabetê de rolek girîng dilîze. Di vê nexweşiyê de werzîş pir girîng e. Em wek civak ji werzîşê hez nakin. Xwarinên ku wek dostê zarokan tên dîtin jî di vê nexweşiyê de bi rîsk e. Ev xwarinên wisa jî ji sedî 90 bi rûn, xwê û kalorîn e. Zarokên li malê baş xwedî dibin li dibistanê kantînan nas dikin. Hemû kantînên Tirkiyeyê rêbazên ‘fast food’ pêşkêş dike.”   Divê nexweşên diyabetê çawa xwedî bibin?   Ozdenê der barê xwedîbûna nexweşên diyabetê de wiha got:"Divê bi lez xwarin neyên xwarin. Heta dikarin hêdî hêdî bila bixwin. Di dema pijirandina xwarinan de glîsemîk îndesk a xwarinan diguhere. Dema li şûna fêkî ava fêkiyan bê dayîn, glîkoza xwînê zêde dibe. Divê hefteyê du caran masî bên xwarin.