Li navenda Jîneolojiyê semînera Tendirustiyê hat dayin! 2018-10-24 13:46:18   DERIK- Îro li Bajarê Derika Hemko a rojavayê Kurdîstanê li ser anatomiya jinê semînerek hat dayin û gelek jin beşdarê vê semînerê bûn.   Li navenda Lêkolînê ya Jîneolojîyê ku lî bajarê Derîkê ye, ji aliyê bijîşkên Rêxistinên Şoreşger ve li ser anatomiya jinê û tendirustiya jinê li beşa Jînekolojiyê semînerek li ser anatomiya jinê û nexweşiyên jinê hat dayîn.    Komeke doktor û hemşîrê ku li beşa jinekolojiyê dixebtin û di nava Tevgerên Rêxistinî yên Ewropayê de cih digirin berî bi mehekê hatibûn rojavayê Kurdistnê. Armanca komê ew bû ku şoreşa li rojavavyê Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Her wiha vê komê di çarçoveya vê serdana xwe de çûbû serdana Şengalê jî.   Koma bijîşk û hemşîreyan li gelek cihan semîner li ser mijara tendirustiya jinê dan û jin di kontrola tendisristiyê re derbaskirin. Armanca semînerê ya vê komê ku îrohat dayîn jî ew bû ku jin bikaribin bedena xwe nas bikin. Bijîşk û hemşîreyan di çarçoveya semînera ku dan de bi jinan re diyalog danîn û jinan jî bi baldarî agahiyên wan guhdar kirin û pirsên xwe pirsin.   Her wiha di beşa jîneolojiyê ya  perwerdeyê de gelekê rêbazen dermankirinê û şîfayê ji bo jinan tên dayin. Di vê mijarê de perwerdeyên curbecur jî tên dayin.    Ji ber ku bijîşkiya  jinê gelek kevn e dî dîroka mirovahiyê de jin jî li ser wê mîrasê nîha jîneolojî xwe dide avakirin.