'Ji ava bi kils netirsin bi qasî zerarê fêdeya wê jî heye' 2018-10-13 09:09:55   Zeynep Durgut   WAN-Li gelek deveran bi salane ava vexwarinê bi kils diherike. Heya niha li ser ava bi kils gelek nirxandin hatine kirin. Der barê ava bi kils  de Sekretera SES'ê ya Wanê Mesude Demir agahî dan.    Li gelek deverên Tirkiyeyê bi salane ava vexwarinê kirêcê bi kils diherike. Di TIP'ê de li ser ava bi kils û bê kils niqaş tên kirin. Der barê ava bi kils de Sekretera SES 'ê ya  Wanê Mesude Demîr nirxandin kir. Mesudeyê  diyar kir ku her çiqas zirara ava bi kils hebe jî , di hemam demî de feydeyê wî jî heye.    Fêde û zerara ava bi kils   Mesudeyê di berdewamiya axiftina xwe de anî ziman ku ava bi kils aliyên wê yên erênî û neyînî tev hene  û wiha axivi;" Ava bi kils di warê zanistî de tê gotin ku ava bi mîneral e. Ya girîng rêjeya kilsa di nava  ku ji jêderkê tê ye.  Tişta pêwist ew e ku ev av bê kontrolkirin. Di nav ava bi kils  de magnezyum û kalsîyum li hev kom dibe. Ava bi kirêc ji bo tendûrîstiya mirov çiqas bi zirar be di heman demî de feydeyê wê jî heye.Divê em ji vê avê netirsin.   Mesûdeyê anî ziman ku ava bi kils mîneralên ku di nav de hene zêde di bedenê de nayên helandin û ji ber vê jî gelek caran dibe sedema tengbûna rihên laşê mirov. Herwiha kesên ku nexweşiya wan a gurçikan jî hebe divê vê avê bikelînin û bi kar bînin ji ber ku di gurçikan de ev kils gelek carn dibe sedema xîz û keviran. Lê tişta pêwist divê rêjeya kilsa di nava avê de bê  kontrolkirin. Bandoreke din a ava bi kils jî ew e ku çermê mirov û porê mirov hişk dike û dibe sedema weşandina por. Lê dema ku kilsa nava avê ne zêde be  wê bandora neyînî li laşê mirov neke.    'Divê alvên avê diparzinin dem bi dem bên kontrolkirin'   Mesudeyê bal kişand ser makîneyên ku avê diparzinin jî û wiha got: " Ev makîne an jî alavên ku avê diparizin divê dem bi dem lênêrtina wan bê kirin û bên kontrolkirin ger ku ev neyê kirin pêşiya  bakteriyan vedikin û wiha pê de çû;" Ava kirêcê li ser porên mirov jî bandoreke neyînî dike. Ji bo laşê mirov magnezyum û kalsiym wek pêdiviyekê ne. Ereniya ava bi kils ji vir tê. Ger ku mazgnezyum û kalsiyum bilind be, ev di laşê mirov de belav nabe û rê li ber tengbûna rihan vedike.  Carnan mirov dixwazin  ava bi kils bi karbonatê çareser bikin. Lê rêbaza herî baş ew e ku rêjeyên kirêcê bên zanîn. lê divê rêjeya kilsa  wê bê zanîn û şopandin. Bifikirin têkberên wê yên spî her roj derdorên wan ji vê kilsê spî dibin  Ev jî bi xwe re zirareke ekolojîk tîne. Divê ev  ji her aliyan ve bê dîtin. "