Bijîşka daxiliyeyê hişyar kir: Teşhîsa zû girîng e 2018-10-13 09:05:50   Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO - Bijîşka daxiliyeyê Leyla Ristem Osê ya li Qamişloyê bal kişand ser teşhîsa zû û nexweşiya zerikê û got:"Ji bo her nexweşiyê teşhîsa zû gelek girîng e. Divê her mirov her sal kontrolek giştî ji bo tenduristiya xwe bike. Ev ji bo teşhîsa zû ya nexweşiyan gelek girîng e. Her wiha nexweşiya zerikê gelek belav bûye. Divê ji bo vê yekê jî mirov xwe biparêze."   Her roj nexweşiyên cur ber cur derdikevin û belav dibin. Ji bo parastina ji nexweşiyan û derbarê nexweşiya zerikê de Bijîşka daxiliyeyê Leyla Ristem Osê ya li Qamişloyê axivî û got:"Gelek mirov bi karên dinyayê dikevin û tenduristiya xwe piştguh dikin ev jî dibe sedem ku nexweşiyên cur be cur belav bibin. Ji bo nexweşî belav nebin divê ji salê carekê kontrolek giştî bê kirin û hemû kes di warê tenduristiyê de bi awayekî baldar tev bigere. Ji bo nexweşiya zerikê jî divê tedbîrên wekî kontrola daîmî ya tenduristiyê, baldariya ji bo xwarinê û paqijiyê bê girtin."   Leylayê wiha got:"Gelek mirov ji bo nexweşiyên cur ber cur tên nexweşxaneyê. Hinek nexweşî ji ber teşhîsa dereng, tedawiya wê jî dijwar dibe. Loma teşhîsa zû gelek girîng e. Ji bo her nexweşiyê teşhîsa zû gelek girîng e. Divê her mirov her sal kontrolek giştî ji bo tenduristiya xwe bike. Ev ji bo teşhîsa zû ya nexweşiyan xwedî taybetmendiyek jiyanî ye. Her wiha nexweşiya zerikê gelek belav bûye. Divê ji bo vê yekê jî mirov xwe biparêze. Gelek mirov bi karên dinyayê dikevin û tenduristiya xwe piştguh dikin ev jî dibe sedem ku nexweşiyên cur be cur belav bibin. Ji bo nexweşî belav nebin divê ji salê carekê kontrolek giştî bê kirin û hemû kes di warê tenduristiyê de bi awayekî baldar tev bigerin. Ji bo nexweşiya zerikê jî divê tedbîrên wekî kontrola daîmî ya tenduristiyê, baldariya ji bo xwarinê û paqijiyê bê girtin. Ji ber ku nexweşiya zerikê dikare derbasî mirovekî din bibe loma divê di wî warî de jî tedbîr bên girtin. Divê av û xwarina ber mirovên ku bi nexweşiya zerikê ye neyê xwarin."   'Ji bo zarokan jî divê tedbîr bên girtin'   Leylayê bal kişand ser girîngiya tenduristiya zarokan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Zarok jî dema ku ji dayik dibin nexweşiya zerikê di wan de derdikeve. Loma divê dayik berî ku ducanî bimîne û di serdema ducaniya xwe de li xwe baldar be. Divê kontrola gruba xwîna dayik û zarok bên kirin. Divê kontrola enfeksiyona di şîrên dayikê de bê kirin. Her wiha divê kontrola kezeba reş a zarok bê kirin. Ji bo tenduristiya zarok şîrê dayikê jî gelekî girîng e. Ji bo zarok nexweş nekevin divê şîrê dayikê bixwin. Ji bo tedbîra li dijî nexweşiya zerikê ya zarok dîsa teşhîsa zû gelek girîng e. Ger di dema xwe e mudaxale neyê kirin dê ev yek ji bo zarok bibe sedema texrîbatên mezin. Loma ji bo tenduristiyê teşhîsa zû û kontrola giştî ya salane xwedî girîngiyeke jiyanî ye."