Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk 2020-03-18 17:46:43   AMED - Têkildarî vîrûsa koronayê Paltforma Tenduristiyê civînek hat lidarxist û hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê hejmara weqayên vîrusa koronayê gihîştine asta krîtîk lê bergiriyên têrker nehatine girtin.    Paltforma Tenduristiyê ya Amedê, têkildarî vîrusa koronayê li Odeya Bîjîjkan a Amedê (DTO) civîna çapameniyê li dar xist. Nûnerên pêkhateyên platformê tevlî civînê bûn. Di civînê de destpêkê Serokê Odeya Bîjîjkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr axivî. Di civînê de hat diyarkirin ku heke berigiriyên pêwîst neyên girtin dê her roj bi sedan nexweş jiyana xwe ji dest bidin û wiha hat got: "Bi tespîtkirina nexweşan a di dema xwe de û rêxistinbûna xizmetên tenduristiyê pêşî li berbelvabûna nexweşiyê bê girtin. Ji bo pêşîgirtina nexweşiyê test jî gelek girîng e. Lê li Tirkiyeyê testkirin gelek kêm e. Divê ku navendên testê bên zêdekirin. Testên tên kirin ji Eqereyê re tên şandin. Ev yek jî pêvajoya encamê dirêj dike. Ji ber ku Amed bajarê mezin e û ji herêmê re navendî ye divê li Amedê jî test bên kirin. Ji bo parastina personelên tenduristiyê jî divê bergirî bên girtin û personel bên parastin."      Her wiha endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya jî diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara weqayên vîrusa koronayê gihîştine asta krîtîk lê bergiriyên têrker nehatine girtin û wiha got: "Di vê têkoşînê de heta ku pêwîstiyên personelên tenduristiyê neyên bersivandin, serî derxistina bi vîrusê de gelek zehmet e. Personelên tenduristiyê ji rewşeke awarte ya muhtemel re amade ne lê amûr û hejmara lênêrîna awarte kêm in."