Li Îranê ji ber vîrûsa korona 107 kes jiyana xwe ji dest dan 2020-03-05 16:27:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê, destnîşan kir ku li Îranê ji ber vîrûsa korona 15 kesên din jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî heta niha li Îranê 107 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê, Dr. Kiyanûş Cihanpûr bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li Îranê ji duh ve ji ber vîrûsê 15 kesên din jiyana xwe ji dest dene û di xwîna 519 kesan de vîrûsa korona hatiye tespîtkirin. Kiyanû, destnîşan kir ku heta niha 739 nexweşên vîrûsa korona sax bûne.   Li gorî daxuyaniyên ku hatin dayîn heta niha li Îranê 3 hezar û 513 kes bi vîrûsa korona ketine. Wezîrê Tenduristiya Îranê Seîd Nemekî eşkere kir ku dibistan û zanîngeh heta 20’ê Adarê dê girtî bin.  Parlamenterê bajarên Sine û Nexede yên Rojhilatê Kurdistanê Ebdulkerîm  Hisên Zade tedbîrên Îranê yên ji bo vîrûsa korona rexne kir û daxwaz kir ku ji bo li cîhanê Îran nebe yekem welatê karantînayê bajarên Qum û Reşt karantîna bikin.