6 milyon kes ji ber bikaranîna cixareyê jiyana xwe ji dest dane 2019-05-31 11:25:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî WHO'ê her sal 6 milyon kes ji ber bikaranîna cixareyê jiyana xwe ji dest dane û her wiha cixarê welatên ku rewşa aborî nebaşin li vir tê kêşandin.    31'ê Gulanê Roja Devjêberdana Cixarê tê pêşwazîkirin. Li gorî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) her sal 6 milyon kes ji ber bikaranîna cixareyê jiyana xwe ji dest dane û her wiha 900 hezar kes jî di bin bandora dûmana cixarê de dimînin û jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî WHO'yê cixare di nav civakê de bûye xetereye herî mezin û her ku diçê bikaranîna cixarê zêdetir dibe. Her wiha tê texminkirin ku li cîhanê 1,1 milyar kes cixarê dikişînin. Ya herî balkêşî ji sedî 80'î welatên ku rewşa wan ên aboriyê nebaşîn cixare tê kêşandin.