Zature li Tirkiyeyê yek ji nexweşiyên ku dibe sedema mirinan 2019-04-27 09:11:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Lijneya Rêveberiya AHEF’ê Dr. Ozlem Sezen bi munasebeta Hefteya Aşiyê ya Cîhanê  der barê nexweşiya zatureyê de agahî da û got ku zature yek ji 5 nexweşiyên ku rê li ber mirinan vedike û balkişand ser girîngiya aşiyan.   Bi hewldana Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO)  di navbera 24-30’ê Nîsanê de Hefteya Aştiyê ya Cîhanê tê qebûlkirin. Bakteriya Pnomokok bi taybet bi kesên di ser temenê 65’an re rê li ber enfeksiyonên ku dibin sedema nexweşiyên zature, qirêjbûna xwînê, menenjît vedike. Ji bakteriyê parastin jî bi aşiyê pêkane.   Aşî di alî tenduristiya civakê de girînge   Seroka Lijneya Rêveberiya Federasyona Komeleyên Hekîmên Malbatê  (AHEF) Dr. Ozlem Sezen da zanîn ku bi taybet kesên 65 salî û di ser vî temenî de divê li hember bakteriya pnomokok pergala xweparastina xwe xurt bike û wiha got: “ Di civakê de bi aşiyê dikare nexweşiyên bi zarokan re bê astengkirin. Ji ber vê jî aşî pêşî li mirin û seqetiyan digirin.”   ‘Zature di rêza 5’emîn de ye’   Dr. Ozlem Sezen balkişand ser nexweşiya zatureyê û got li Tirkiyeyê ev nexweşî di rêza 5’emîn a sedema mirinan de cih digire û wiha axivî: "Zature li hemû cîhanê yek ji sedemên sereke yê mirinê ye. Bi taybet bi kal û pîran re pir giran tê dîtin.  Nîşaneyên vê nexweşiyê; bilindbûna germahiya beden, kuxik, pirsgirêka bîhn girtinê, êşa sîngê.  Kesên bakteriya pnomokok di qirika wan de heye jî dema dikuxin an jî dipişkin dikare belav bibe.    Ozlemê got kesên divê aşiya pnomokok bibin bebek, zarokên di bin temenê 5 salî û kesên 65 û di ser vî temenî de divê bikin, her wiha kesên di ser temenê 5’an de ku rîska wan ya nexweşiya ku bakteriya pnomokok dibe sedem dikarin bikin. Ozlemê da zanîn ku ji bo der barê aşiyê de bibin xwedî agahî her kes dikare serî li hekîmên malbatê bidin.