Li Akdenîzê bi girseyî tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin

  • 15:12 14 Çile 2025
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN - Girseya ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî di nav de tayînkirina qeyûm li Akdenîza Mêrsînê hat şermezarkirin.
 
Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê berdewam dike. Girse li ber avahiya Şaredariya Akdenîzê kom bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û şandeya pê re jî tev li çalakiyê bûn. 
 
Girse li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî sekinî û nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê da. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li vir axivî û nerazîbûn nîşanî danîna qeyûm û girtina hevşaredaran da.