PEN International biserdegirtina saziyên kurdan şermezar kir

  • 14:16 26 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - PEN International biserdegirtina saziyên ziman û çanda kurdan şermezar kir û got:"Mafê gelê kurd ê perwerdeya bi zimanê xwe û agahîgirtina bi zimanê xwe heye. Divê em girîngiyê bidin dewlemendiya pirzimaniyê divê ev neyê tunekirin."
 
Polîsan di 24’ê îlonê de li Amedê bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê de girtin. Bi awayekî hemwext polîsan bi ser malên mamosteyên kurdî de jî girtin. Serdegirtin, di çarçoveya lêpirsîneke di sala 2022’yan de hatibû destpêkirin hatin kirin û 30 kes hatin binçavkirin. Dozger, ji bo dosyayê biryara “nepeniyê” da. 
 
Têkildarî êrişên li ser saziyên ziman û çanda kurdan PEN International daxuyanî da. 
 
Pen International banga rêzgirtina ji çanda kurdî kir û got:"Parastina mafên ziman stûna bingehîn a xebatên PEN International e. Divê dawî li êrişê li ser ziman û çanda kurdî bi dawî bibin."