Rojnameger Pexşan Ezîzî rakirin nexweşxaneyê

  • 12:56 26 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku ku cezayê îdamê lê hatiye birîn, rakirin nexweşxaneyê.
 
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê îdamê lê hatiye birîn, li Girtîgeha Evînê ya lê tê girtin, rakirine nexweşxaneyê.
 
Hate gotin ku bijîşkan ragihandiye pêwîstiya Pexşan bi nexweşxaneyê heye û divê were tedawîkirin.
 
Hêjayî gotinê ye di 23’yê mehê de li ser hesabê medyaya dîjîtal a Pexşan Ezîzî hate diyarkirin ku rê nadin Pexşan Ezîzî were dermankirin. Di wê peyamê de hatibû gotin: “Pexşan Ezîzî rastî êşa giran a serêşê tê û malbata wê ji bo dermankirinê mesrefên bijîşk qebûl kirine. Lê tevî vê yekê jî nehiştin biçe cem bijîşk.”