Wê li Amedê 1'ê Gulanê li stasyonê bê pîrozkirin 2025-04-23 15:29:37            AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Gulanê ku dê li Qada Stasyonê bê pîrozkirin, banga tevlibûnê kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê li avahiya Şaxa Genel-Îş’ê ya li navçeya Peyasê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve” hate hilgirtin.    Hevseroka Şaxa DÎSK Genel-Îşê ya Amedê Sebahat Sever diyar kir ku mafê bijartin û hilbijartinê tê binpêkirin, îradeya gel tune tê hesibandin, hilbijêr bi biryarên siyasî ji peywirê tên girtin û îktîdarê ji xwendekaran heta sendîkavanan li dijî hemû derdorên civakê şer daye destpêkirin. Sebahat Sever, ev yek weke gefeke vekirî ya li dijî civakê nirxand.    Sabahat Sever, diyar kir ku mafê fikr û raman û azadiya xweîafdekirinê tê binpêkirin, civak bêbêhn tê hiştin, demokrasî, edalet û hiqûq hatiye binpêkirin û bang li hemû karker û kedkaran kir ku li dijî vê rewşê xwe birêxistin bikin. Sabahat Sever, wiha domand: “Heta ku em rêgeza ‘maf nayê dayin tê standin’ esas negirin û li ser vê bingehê netêkoşin, em ê nekarin ji vê tarîtiyê rizgar bibin. Nexwe tu şensê tu kes ji me nîne. An em ê bi hev re bi ser kevin an jî dê bi hev re bi ser kevin.”     Endamê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Ahmet Gezen jî da zanîn ku dê li Amed û Wanê mitîngên herêmê li dar bixin. Gezen, got ku dê mitînga li Amedê li Qada Stasyonê bê lidarxistin û banga tevlibûnê li hemû welatiyan kir.