Li Wanê qeza: 6 kesî jiyana xwe ji dest da 2025-04-22 18:32:53   WAN - Li navçeya Payîzava ya Wanê mînîbusa rêwiyan û kamyonet li hev qelibîn û di encama qezayê de herî kêm 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.   Li ser riya Payîzava-Elbaq a Wanê li nêzî mewkiya Gozeldere qeza pêk hat. Kamyonet û mînîbusa rêwiyan lihev qelibîn û 6 kesî jiyana xwe ji dest da, 8 kes jî birîndar bûn. Gelek ambulans sewqê herêmê hatinkirin û birîndar  jî rakirin nexweşxaneyan.