Rojnameger Rabîa Onver îfade da 2025-04-22 15:00:10         WAN - Nûçegihana ajansa me Rabîa Onver, ji ber parvekirinên li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal îfade da.    Nûçegihana ajansa me Rabîa Onver ji ber parvekirinên wê yên li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, bi îdiaya "Gel, bi dijminatî û heqaretê tehrîk kiriye" ji bo îfadeyê hat vexwendin. Rabîa Onver, bi parêzer, endamên Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) re çû emniyetê.    Piştî îfadeyê Rabîa Onver bi parêzerê xwe re ji emniyetê derket.