Şêniyên Hesekê û Efrînê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan 2025-04-22 14:51:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Hesekê û koçberên Efrînê bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.   Bi sedan kes ji bajarê Hesekê û koçberên Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Azadiya fizîkî ji bo Rêber Apo" meşiyan. Meşê ji  ber çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dest pê kir û heta çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Miftî dewam kir. Li wir deqeyekê rêz hat girtin. Ji rêveberên Kongra Star a bajarê Hesekê Nahîd Silemen axivî.   Nahîd Silemen  destnîşan kir ku bi rihê gelê qehreman û jinên azad bi saya fikir û felsefeya Abdullah Ocalan gel azad bûye û wiha got: "26 sal in Rêber Abdullah Ocalan girtiye û tecrîdeke giran li dijî wî tê meşandin. Rêber Apo ji bo azadiya tevahî pêkhateyan tê koşiya. Divê em xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."   Nahîd Silemen diyar kir ku Abdullah Ocalan tiştê ku berê ji bo jinan nehatibû dayîn, da jinan û êdî jinan şoreşa guhertin û pêşketinê bi rê ve bir. Nahîd da zanîn ku jinan xwe di tevahî aliyên rêveberî, rêxistinî, çandî, leşkerî û siyasî xwe bi rêxistin kirin.   Her wiha Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo axivî û wiha got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihiştin vê astê. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re bi saya projeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirin, dijî."   Farûq Tozo diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn çareserî ye û wiha got: "Ev bang ji bo tevahî cîhanê hate kirin da ku ewlehî û aramî pêk were. Ev bang li ser asta tevahî cîhanê hate qebûlkirin."   Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.