MKG û DFG: Em ê li pey heqîqetê bimeşin 2025-04-22 10:10:27     AMED - MKG û DFG'ê bi wesîleya 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Em ê li pey heqîqetê bimeşin."   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)  bi wesîleya 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin:    "Gava yekem a ku 127 sal berê hatiye avêtin, îro jî meşaleyek e ku li dijî tariyê vêdikeve. Em xebatkarên çapemeniyê silav dikin ku bi wêrekî li hember zilm, sirgûn û mirinê, rastiya dîrokî ya gelê Kurd nivîsandin, li ber xwe dan. Bi munasebeta 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî em hemû hevkarên xwe yên ku hîn jî dengê rastiyê ne, bi dil û can pîroz dikin û li ber hemû rojnamevanên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.   Rojnamegeriya Kurdî bi rojnameya "Kurdistan" ku di 22'yê Nîsana 1898'an de ji aliyê Miqdat Midhet Bedirxan ve li Qahîreyê hate weşandin, di dîrokê de cihê xwe girt. Lê belê ev weşana yekem ne li welatê xwe li sirgunê pêk hat. Ji ber zexta Osmaniyan, rojname li Qahîreyê hat çapkirin. Her wiha ji Cenevreyê heta Londonê jî belav bû. Ev rojname, ku heta sala 1902'yan bi tevahî 31 hejmar jê hat weşandin, ne tenê amûrek ragihandinê bû, di heman demê de îfadeya îradeya gelê Kurd bû ku bi dengê xwe derkeve ser dika dîrokê.   Vê rojnameyê çarenûsa çapemeniya Kurdî jî bi teşe kir: Sansur, sirgun, girtin û komkujî… Heta niha, bi sedan rojnamevanên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê hatine girtin, cezayên giran lê hatine birîn û bi dehan bê sedem hatine kuştin. Binçavkirin û girtina rojnamevanan hîn jî berdewam dike. Ev rewş careke din eşkere dike ku zextên li ser çapemeniya Kurdî çiqas bê bingeh û bi kêfî ne.    Ev wêne ne tesaduf e, berhema siyaseteke sîstematîk a bêdengkirinê ye. Rojnamegeriya Kurdî di çavên siyasetmedarên dewletê de hîn jî wekî "gef" tê dîtin, ji ber ku rastî bi xwe her gav ji bo rejîmên zordar wekî nerehetiyekê ye. Lêbelê, tevî hemû zextan, çapemeniya Kurd qet dev ji israra xwe ya nivîsandina rastiya gel berneda. Ji ber vê yekê îro, ev kevneşopî ne tenê wekî "rojnamegeriya Kurdî" di heman demê de wekî "çapemeniya azad" jî tê binavkirin. Ev feraset di bin zextê de pêş ket. Vê ferasetê ragihandina rastiyan a ji bo civakê wekî erkekê dît. Her wiha vê ferasetê kevneşopiya berxwedan, werêktî û dînamîzma herêmê jî ava kir.    Îro, hem li Kurdistan û hem jî li dîasporayê gel bi rêya 'çapemeniya azad' rastiyê hîn dibin. Ji ber ku rojnamegeriya Kurdî ne tenê qenala ragihandina rastiyan e; Ew deng, wijdan, bîr û berxwedana gelekî ye.   Bi taybetî rojnamevanên jin pêşengiya vê têkoşînê dikin. Hem wekî jin û hem jî wekî rojnamevan du qat zext li wan tê kirin. Em vê têkoşînê hîn berfirehtir dikin û hewlên xwe didomînin da ku dengê azad ê jinan li her qadê xuya bibe.   Zextên li ser azadiya çapemeniyê di medyaya dîjîtal de jî berdewam dikin. Bi rêya qedexeyên medyaya dîjîtal, astengiyên gihîştinê û amûrên şopandina dîjîtal hewl tê dayîn ku rojnamevan bêdeng bên hiştin. Lê em dizanin ku xwestina rastiyê ya vî gelî ji hemû qedexeyan bihêztir e.   Em ji vir bang li rojnamevanên ciwan dikin: Ev têkoşîna bi rûmet dê li ser milên we bilind bibe. Hûn nifşê nû yê kevneşopiya çapemeniya azad in. Bila pênûsa we azad, dengê we bilind be û wêrektiya we hevalê dîrokê be !   Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) mîrateya berxwedana bi rûmet a 127 salan e. Bi vê munasebetê, em hemû rojnamevanên ku ji bo azadiya çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em li kêleka hemû xebatkarên çapemeniyê ne ku li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê têkoşîna ji bo rastiyê didomînin.   Di dawiyê de, em bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hemû derdorên wijdanî dikin: Li hember zextên li ser rojnamegeriya Kurdî bêdeng nemînin. Nivîsandina rastiyan tê wateya parastina mafê raya giştî ya ji bo gihîştina agahdariya rast. Ev têkoşîn ne tenê wijdanê rojnamevanan e, di heman demê de yê civakê ye jî.   Em bêdeng namînin. Em ê şopandina rastiyê bidomînin."