Girtiya nexweş Ozge Ozbek hat tahliyekirin 2025-04-21 19:57:58   ENQERE- Girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtîbû îro hat tahliyekirin.   Girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtibû îro hat tahliyekirin.   Ozgez Ozbek ji ber tumora di mêjiyê wê de  di 24’ê Cotmeha 2020’an de  hatibû emelyatkirin û hema piştî emelyatê hatibû girtin. Ozge Ozbek ya ji wê rojê de ye nexweşiya wê her her çû giran bû, li girtîgehên li dijî nexweşiyê têdikoşiya.   Tevî ku Lijneya Tenduristiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Darica ya Kocaeliyê di 24’ê Kanûna 2021’ê de rapora ‘nikare girtî bimîne’ da jî ATK’ê berovajî vê biryar da û bi salan bû tahliyekirina wê hat taloqkirin.  Du meh berê jî Nexweşxaneya Bajar a Bîlkent tevî nexweşiya giran rapora ‘dikare girtî bimîne’ dabû.