Li Kayseriyê tundiya mêr 2025-04-21 17:49:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kayseriyê  gumanbar Goksel B, jina bi navê Berfîn K dest jê berdabû û der barê wî de biryara durxistinê hebû, bi alava birînê birîndar kir.   Li Kayseriyê jina bi navê Berfîn K. ji aliyê gumanbar Goksel B. ve ku dest jê berdabû û der barê wî de biryara durxistinê hebû,  bi alava birînê hat birîndarkirin. Berfîn B. ji bo zarokên xwe bigire çû dibistanê û bûyer li ber Dibistana Seretayî ya Şehîd Jandarba Er Ferhat Dogan a taxa Batalgazî ya navçeya Melîkgazî pêk hat. Gumanbar piştî bûyerê ji wir reviya.   Ekîbên hatin cihê bûyerê Berfîn K. rakirin nexweşxaney aTipa Zanîngeha Erciyesê.