Festîvala Wêje û Hunera Jinê bi dawî bû 2025-04-19 21:44:50   NAVENDA NÛÇEYAN -10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê ya ku ji 17`ê Nîsanê ve dest pê kiribû, îro bi pêşkêşkirina spasnameyan û xelatkirina jinên hunermend bi dawî bû.   10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê ya ku di bin dirûşma “Hunera azad bi deng û rengê jinê ye” ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn ve li bexçeyê Azadî yê bajarê Qamişlo, hatibû organîzekirin û di 17`ê Nîsanê de hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya 3`emîn de bi dawî bû.   Li festîvalê nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, endamên saziyên civaka sivîl û yên jin, Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Kantona Cizîrê amade bûn. Malbat û şêniyên ku tevlî festîvalê bûn, li tabloyan temaşe kirin û ji karên destan tişta ku hez kirin, wergirtin.   Di çarçoveya bernameya roja 3`emîn de, hunermend Yasmîn Esker stran gotin û ji bo danasîna komîteya nirxandina pêşbirka helbest, çîrok û şêwekariyê ku ew ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê, Rojhilata Navîn, Kurdistanê û derveyî welat bûn senîvîzyonek hate pêşandan.   Komîteya Amadekar a Festîvalê spasname pêşkêşî hemû sazî, kesayet, navend û komên hunerî yên ku tevlî çalakiyên festîvalê bûn, kir. Her wiha di beşa pêşbirkan de, helbesta bi zimanê Erebî helbestvan Xuanv Eyûb asta yekemîn wergirt, her wiha bi zimanê Kurdî jî asta yekemîn Sewsen Şêx Bekir, asta duyemîn Enahîta Sîno û Silava Arerat, asta sêyemîn Fatme Ebdo xelat wergirtin. Di beşa Çîrokê de jî bi zimanê Erebî asta yekemîn çîrokeke bê sernav, bi zimanê Kurdî asta yekemîn çîroknivîs Sultana Ebdo, di asta duyemîn de Medya Berekat û di asta sêyemîn de Zehra Hemo hatin xelatkirin.   Di beşa şêwekariyê de, asta yekemîn Aya Îbrahîm, asta duyemîn Medya Emeranî û asta sêyemîn Yara Hisko hatin xelatkirin.   Di 10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê de 30 jinên şêwekar bi 45 tabloyan û di beşa karê destan de jî 23 komele, rêxistin, kom û kesayetên jin ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Êzdî amade bûn. Di festîvalê de stran, helbest, govend û film hatin pêşkêşkirin.   Festîvala Wêje û Hunera Jinê her sal di Adarê de bi boneya 8’ê Adarê (Roja Jinan a Cîhanê) tê birêxistinkirin. Îsal ji ber êrişên Tirkiyeyê taloqî Nîsanê hate kirin.