Swîsreyê Abdullah Ocalan vexwend pîrozbahiya 1'ê Gulanê 2025-04-17 12:22:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo mîtînga Cejna Karkeran a 1'ê Gulanê ya li bajarê Zurich ê Swîsreyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke qisekerê sereke hate vexwendin.   Vexwendîname ji aliyê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ve hate şandin, ku partiyên siyasî yên mezin, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swîsreyê jî di nav de ji zêdeyî 60 saziyan pêk tê. Komîteyê name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand, ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye û işaret bi modelên Rêber Apo yên li ser civaka alternatîf kir.   Di nameyê de hate gotin, "Hewldan û dilsoziya we ya ji bo aştî û demokrasiyê, têkildarî şer û bûyerên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê demeke dirêj e tê naskirin. Di heman demê de fikrên we li Rojhilata Navîn, Ewropa û gelek deverên cîhanê ji bo avakirina civakeke demokratîk a nû weke perspektîfê tê xwendin, nîqaşkirin û pejirandin.   Pîvana we ya piştevaniya bi gelan re, ku sosyalîst, demokrat, ekolojîst, femînîst, anarşîst, jin, ciwan, enternasyonalîst û civakên cuda jî di nav de ne û li modelên civaka alternatîf digerin, di asteke berfireh de tê qebûlkirin.   Weke Komîteya 1'ê Gulanê ya Zurichê me her tim piştgirî dan têkoşîna Gelê Kurd a ji bo azadî, demokrasî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe û em bi sempatiyeke mezin pêşketinên nû dişopînin."   Komîteya amadekar di nameyê de bi van gotinan Abdullah Ocalan vexwend: "Ji bo gelek Kurdan hûn weke nûnerê siyasî yê herî girîng têne qebûlkirin. Ji ber van hemû sedeman em hêvîdar in ku di 1'ê Gulanê de em ê we di nava xwe de bibînin. Hebûna we ji bo hemû têkoşînên siyasî yên li Swîsreyê wê bibe çavkaniya sûdwergirtin û dewlemendiyeke mezin."   Komîteyê vexwendînameyeke bi heman rengî sala 2013'yan di dema 'pêvajoya çareseriyê' ya navbera Tirkiye û PKK'ê jî ji Abdullah Ocalan re ragihandibû. Wê salê jî Rêber Apo ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya li Zurichê weke qisekerê sereke hatibû vexwendin.