Meclîsa Jinên Sûriyeyê pêşnûmeya Destûra Sûriyeyê nîqaş kir 2025-04-17 11:52:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Beşdarên rûniştina diyalogê ya ji aliyê Meclîsa Jinên Sûriyeyê ve hatiye lidar xistin dan zanîn ku pêwîste nivîsandina Destûra Sûriyeyê bi destên gel be û mafên pêkhateyan berçav re derbas bike.   Meclîsa Jinên Sûriyeyê duh li bajarê Helebê rûniştinek diyalogî bi armanca lêkolînkirina reşnivîsa deklerasyona destûrî û kêmasiyên wê, li dar xist.   Di xalên rûnistinê de bal hate kişandin ser girîngiya xwe rêxistinkirin ji bo avakirina welatek bi hêz. Ev avakirin jî bi riya destûrek adil ku hemû pêkhateyên civakê di nava xwe de digre, gengaz e.   Destûr rastê bertekan hat   Ev civîn piştî ragihandina destûrî ji aliyê rêveberiya demkî ve tên li dar xistin. Ev destûr bêyî ku bi hemû aliyên Sûriyeyê re bişêwire yan jî girtina nêrînên pêkhateyan li ser destûrê ji aliyê rêveberiya demkî ve hate pesendkirin. Di heman demê de di vê destûrê de tu rol û misyon ji jinan re nehat dayîn ku cihên xwe di biryardayîn û rêvebirinê de jî bigrin. Ev biryar rastê bertekên civak û jinan hat.   Kêmasiyên pêşnûmeya makezagonê nîqaş kirin   Beşdaran bal kişandin ser girîngiya beşdariya jinan di nivîsandina destûrê de û behsa ezmûnên hin welatan di daxuyaniyên destûrî de û rêjeya beşdariya jinan tê de kirin. Her wiha nîqaşkirin ku çawa ji tecrûberyên xwe sûd bigrin û şaştiyên ku kirine dubare nekin. Di heman demê de kêmasiyên di pêşnûmeya makezagonê de, derxistina biryaran di jiyana civakê de û bandor wan ser destûrê, gûftogû kirin.    Pêşniyarên di rûniştinê de hatine kirin   Di rûniştina diyalogê de komek pêşniyar hatin derxistin û tê de tekez li ser pêwîstiya nivîsandina destûra Sûriyeyê ji aliyê Sûriyeyê ve. Berçavgirtina hebûna hemû pêkhateyan. Pêwîstiya dabînkirina nûneratiya jin bi awayekî dadmend û bibandor di destûrê de. Guhertina hin yasayên ku neheqiyê li jinan dikin û nivîsandina destûrek ku li gorî daxwazên gelê Sûriyeyê be.   Her wiha tekez kirin ku bê paşguhkirin û biçûkxistina mafên gelê Sûriyeyê bên temînat kirin. cihêrengî û pirrengiya ku Sûriyeyê diyar dike jî berçavan re derbas bikin.