Îranê 4 sal cezayê girtîgehê li jinek birî 2025-04-05 20:06:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Rexistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku li Tahranê jinek ceza lê hatiye birîn û kel û pelên wê jî hatine desteserkirin.   Rexistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li jina bi navê Wîda Mihemedî ya nişteciha Tahranê, hatiye birîn.   Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, Wîde Mihemedî bi sûcê ‘civîn û propagandaya dijî dewletê’ hatiye ceza kirin û kel û pelên wê jî hatine desteserkirin.