Li Misircê navenda piştevaniya jinê hat vekirin 2025-03-15 18:11:24   SÊRT - Şaredariya Misircê, Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinan a Berfîn vekir.   Şaredariya Misirc a Sêrtê li taxa Yenîdoganê Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinan a Berfîn vekir. Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn û hevşaredarên naçeyên din, encamên meclîsa şaredariyê û gelek jin tevli bûn.    ‘Em ê piştevaniyê mezin bikin’   Hevşareara Misircê Sadiye Aktîn axivî û got wan soza daye jinan aniye cih û navenda piştevaniyê vekirin û got wê piştevaniyê mezin bikin. Sabahat Erdogan Saritaş jî da zanÎn ku vekirina navendê gelek girînge û  got gavek bi hêviye.