Siyasetmedar Ozlem Demîr ku tahliye bû bi coş hat pêşwazîkirin 2025-03-13 20:32:36 AGIRÎ - Siyasetmedar Ozlem Demîr ya li girtîgeha Sîncanê girtîbû tahliye bû. Ozlem Demîr li Agiriyê bi coş hat pêşwazîkirin. Ozlem Demîr diyar kir ku jinên Kurd wê li Rojhilata Navîn rê bidin jiyana nû. Ozlem Demîr ya li girtîgeha Sîncanê girtîbû duh tahliye bû û îro li bajarê xwe Agiriyê bi coş hat pêşwazîkirin. Ozlem Demîr ku hevseroka HDP’a Agiriyê bû di 2016’an de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibû girtin û piştî 9 salan şûnde hat tahliyekirin. Ozlem Demîr li Agiriyê ji aliyê rêxistinên DEM Partî, DBP’ê û parlamentera Agiriyê Nejla Demîr û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin.   Ozlem Demîr axivî û da zanîn ku êdî tu kes nikare bêje Kurd tune ne û got wê jinên Kurd li Rojhilata Navîn rê bidin jiyana nû.