3’emîn Konferansa Aştiyê ya Rojhilata Navîn tê lidarxistin 2025-03-13 09:06:09     STENBOL - KESK bi dirûşmeya ‘Li alî aştiyê, em ji bo aştiyê gotina xwe dibêjin’ 3’emîn Konferansa Aştiyê ya Rojhilata Navîn li dar dixe. Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher der barê konferansê de axivî û got: “Em şert û mercên avakirina aştiyê çawa dikarin ava bikin?Çima hewcedariya hemû civakê bi aştiyê heye? Em ê van bi hev re nîqaş bikn. Em ê bi hev re li bersiva pirsên xwe bigerin.”   Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) bi dirûşma  ‘Li alî aştiyê, em ji bo aştiyê gotina xwe dibêjin’ wê di navbera 15-16’ê Adarê de li salona Şaredariya Kadikoyê 3’emîn Konfera Rojhilata Navîn pêk bîne. Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher der barê konferansê de axivî û banga tevlibûnê kir.   Ber bi konferansê rewşa Rojhilata Navîn   Done Gevher der barê 3’emîn konfera Aştiyê ya Rojhilata Navîn de axivî û got li Rojhilata Navîn sê baweriyên mezin civakî bûne û her tim erdnîgariyeke ku şer lê hatiye meşandinê ye.  Donve Gevher wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê Aştiya Rojhilata navîn gelek girînge. Em ji ber vê aştiya Rojhilata Navîn dikin rojeva xwe. Şer û pevçûneke ku di 2011’an de destpêkiriye û hîna li Sûriyeyê didome heye. Lİ Iraqê pêvajoya heyî hîna negihişiye hawirek bi istîkrar. Her çiqas navbera Israîl û Fîlîstanê de dem bi dem bê pevçûn û muzakere hebin jî hîna şer heye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin. Hîna li Rojhilata Navîn rewşa şer heye.”   ‘Bang ji bo aştiyê rolek girîng dilîze’   Done Gevher der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî nirxandin kir û wiha got: “Ev bang girînge. Divê pêvajo bê meşandin. Divê ev tenê wek bang nemîne. Divê hemû partiyên siyasî yên meclîsê, rêxistinên ked, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan bibin parçeyek pêvajoya aştiyê. Aştî tenê nayê wateya bêdengkirina çekan. Heman demê de demokratîkbûna demdirêje.”   Jiyanek mirovane bi avakirina aştiyê pêkane   Done Gevher wiha dirêjî da axaftina xwe: “KESK ji roja ava bûye di têkoşîna demokratîk, aştiyê, têkoşîna wekheviya zayenda civakî û azadiya jinê de cih girtiye. Di şer de yên herî zêde jiyana xw eji dest didin jin û zarokakin. Ji ber vê divê jin bibin kirdeya aştiyê û di hevdîtinan de cih bigirin, di nîqaşan de cih bigirin. KESK sendîkayek xizmetên cemawerî dide meşandinê ye. Ji ber vê ji bo her kes bi zimanê xwe perwerde, xizmetê bigire divê aştî ava bibe. Em kedê didin lê beramberê keda xwe nagirin. Hemû butçe ji şer re tê veqetandin.Jiyaneke mirovane bi aştiyê pêkane.”   Ji bo konferansê bang   Done Gevher ji bo tevlibûna konferansê bang ki rû got: “Em ê 15-16’ê Adarê de li Kadikoyê bi hev re aştiya Rojhilata Navîn biaxivin. Em ê bi hev re pirsên xwe nîqaş bikin û bersivên wan bibînin.Em ji bo aştiyê jib o jiyanek bi hev re hêviya xwe winda nekin û di mijara aştiyê de israr bikin.”   Sernavên di 3’emîn Konferansa Aştiyê de bên nîqaşkirin wihane:   Axaftina vekirinê ya roja ewil a konferansê Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karakgoz wê pêk bîne. Moderatoriya runiştina ewil a ‘di dema mudaxaleyên emperyalîst de aştî’ Prof. Dr. Fusun Ustel wê bike.  Di sernavê ‘têkoşîna hegemonya global û xeta tifaqê’ Prof. Dr. Hayrî Kozanoglu, di sernavê ‘kî çû kî hat: Salên 1990’î de û roja îro de aştî’ Doç Dr. Elçîn Aktoprak, di sernavê ‘zemîna derizî ya aştiyê ya li Tirkiyeyê û sînorên rojevî’ Doç Dr. Yucel Demîrer, sernavê ‘Pirsgirêka Kurd de derfet û aştiyê û zehmetiyên wê’ Hakan Tahmaz wê biaxive.   Runiştina ‘Di têkoşîna aştiya Rojhilata Navîn de sendîka û têkoşîna kedê’   Moderatoriya runiştina duyemîn ‘Di têkoşîna aştiya Rojhilata Navîn de sendîka û têkoşîna kedê’ hevsroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak wê pêk bîne.   Di bin sernavê “Helwesta Xizmetên Giştî ya Navneteweyî (PSI) ya li ser aştiya Rojhilata Navîn, Xizmetên Giştî yên Navneteweyî (PSI), Sekreterê Giştî yê Herêma Ereban Dr. Ghassan Slaiby, di bin sernavê "Bandora bêîstîqrariya siyasî ya li herêma Ereban li ser tevgera sendîkayan" Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Sendîkayên Ereb (ATUC) Hind Benammar, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Bendera Beyrûtê Khaîl Zeaîterî di bin sernavê "Bandora şer a li ser karkeran",  di sernavê "Bandora şer a li ser karkeran" de jî pisporê Rojhilata Navîn Kivanç Elîaçik wê biaxive.   Runiştina ‘Tiştên li Sûriye û Gazzeyê tên jiyîn û geşedanên li Rojhilata Navîn’   Moderatoriya runiştina ‘Tiştên li Sûriye û Gazzeyê tên jiyîn û geşedanên li Rojhilata Navîn’ wê Huseyîn Aykol bike. Di sernavê ‘Pirsgirêka Fîlîtsanê de: ji paqijiya etnîk berbi qiririnê’ Dr. Erhan Keleşoglu, di srenavê ‘di şertên cîhanê de derftên aştiya Rojhilata Navîn’ Prof. Dr. Hoda Rîzk, di sernavê ‘Fîlîstîn, Rojhilata Navîn û zor û zehmetiyên pêşerojê’ de nivîskar Marwan Abdu Al, di sernavê ‘Têkçûna  Sûriyeyê û hevsengiyên diguherin’ de Hamîde Rencus, di sernavê ‘ji nûve dîzyankirina Cîhanê de Rojhilata Navîn’ rojnameger Nuray Sancar wê biaxive.   Runiştina ‘Aştiya Rojhilata Navîn û Kurd’   Moderatoriya sernavê ‘Aştiya Rojhilata Navîn û Kurd’ ku roja duyemîn a konferansê wê pêk bê, Gulseren Yolerî wê bike. Di sernavê ‘Ji Kurdên Tirkiyê Rast Xwendina Rojava: Di Ronahiya Gotûbêjên Çareseriyê de Li Kurdên Rojava Nêrîn’ Yuksel Genç, di sernavê ‘di hiqûq, çapemenî û akademiyê re rewşa şer û aştiyê’ de rojnameger Alî DuranTopuz, di runiştina ‘avabûna sendîka mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatên wan’ de aktîvîst Nesrîn Musa Başk, di sernavê ‘di pirsgirêka Kurd de pêvajoyên aştiyê û banga civaka demokratîk’ de Ozturk Turkdogan wê axaftinê bike.