'Di 8’ê Adarê de em ê dîsa bi hev re bin' 2025-03-12 15:01:56   STENBOL - Komîteya Çalakiyan a Meşa Şev a Femînistan, derbarê îhlalkirina mafan a di 8'ê Adarê de derketin holê de daxuyaniyek da û gotin: "Dê li dijî binpêkirina mafan têkoşînê mezin bikin. Di 8’ê Adarê de em ê dîsa bi hev re bin"    Komîteya Çalakiyan a Meşa Şev a Femînistan, derbarê îhlalkirina mafan a di 23'yemîn Meşa Şev a Femînistan a 8'ê Adarê de pêk hatî de Beyogluyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê ji hêla Zeynep Demîrkol û Newruz Ozçelîk ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hedefa vê binçavkirinê û şîdeta ku di dema binçavkirinê de ji aliyê polîsan ve tê kirin, li hemberî nasname, zayenda me, meyla me ya zayendî, daxwaza me ya wekhev û azad bijîn û israra me ya ji bo bilindkirina dengê xwe li kolanan e. Di nav me de hevalên ku cara ewil beşdarî vê meşê bûn û cara ewil hatin binçavkirin hebûn. Lê yek ji me ne bi tenê bû. Piştevaniya me ya feministan baweriyek mezin dide me.    Wek bêhejmar femînîst, hem li girtîgehê û hem jî li derve, em hemû bi hev re ne û em dizanin ku em rast dibêjin. Welê, hûn nikarin vê yekê ji me bistînin. Di vê rêya ku 23 sal berê bi 100-150 kesî dest pê kiribû, îro di têkoşîna femînîst de bi hevdîtina bi deh hezaran kesî re hêza ku tê hîskirin tune bike. Em mafê xwe yê protestoyî û çalakiyê diparêzin. Li dijî muameleya xerab, heqaret û tundiyê hevgirtin û têkoşîna me heye; Em hêzê ji hev digirin. Em şev, kolan û meydanan naterikînin. Di 8’ê Adarê de em ê dîsa bi hev re bin. Bijî têkoşîna me ya femînîst!”