Li Amedê civîna gel hat lidarxistin 2025-03-12 14:48:45   AMED - TJA, DBP û DEM Partî, têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê civîna gel li dar xistin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê civîna gel pêk anî. Nûnerên TJA, DBP û DEM Partiyê li Amedê Civîna gel li eywana Çand Amedê hat lidarxistin.    Endam û rêveberên her du partiyan û saziyên sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. Civîn ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin û li ser pêvajoyê nêrînên gel hat guhdarîkirin. Gel jî li ser pêvajoyê pirsên xwe kirin û nêrînên xwe anîn ziman. Piştre civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.