MKG: Zextên li ser rojnamegeran zêde dibin 2025-03-03 10:57:42     NAVENDA NÛÇEYAN - MKG, rapora xwe ya meha Sibatê eşkere kir û diyar kir ku êrişê 3 rojnamegeran hat kirin, 4 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin binçavkirin û 2 rojnameger jî hatin girtin.    Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya meha Sibatê eşkera kir û bal kişand ser sansûr, zext û girtinan rojnamegeran.    Rapora ku hat weşandin wiha ye:    "Azadiya çapemeniyê mafekî bingehîn ê demokratîk e ku rê dide raya giştî bigihêje agahiyên rast û bêalî. Lê îro zextên li ser çapemeniya azad zêde dibin û xebatên rojnamegeriyê weke hêmaneke sûc tê nîşandan. Bi taybetî rojnamegerên jin hem ji ber pîşeya xwe û hem jî ji ber newekheviya zayendî bi binpêkirina gelek mafan rû bi rû dimînin.    Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em rapora binpêkirina mafan a Sibata 2025’an a li dijî rojnamegeran a li ser zext, sansur û binpêkirinên mafan ên li ser çapemeniya serbixwe, bi raya giştî re parve dikin. Rapora me bi awayekî zelal radixe ber çavan ku rojnameger şîdetê dibînin, tên binçavkirin, darizandin û bi sansurê rû bi rû dimînin. Ev derqanûnî ne.    Rojnameger dema nûçeyan dişopînin tundiya fîzîkî li wan tê kirin, tên binçavkirin û girtin. Di meha sibatê de 3 rojnameger bi êrişê rû bi rû man, 4 jê hatin binçavkirin û 2 jî hatin girtin. Di serdegirtina polîsan a li ser mala wê de rojnameger Oznûr Deger bi kelepçeya berovajî lêdan xwar, dest danîn ser alavên wê yên teknîkî û piştre hate girtin. Li gel tundiya ku di bin çavan de pê rû bi rû ma jî, di rapora nexweşxaneyê de îfadeya "lê nehatiye dayin" heye.   Tundiya polîsan berdewam kir   Rojnameger Rabîa Onver û Medîne Mamedoglû ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dişopandin, bi tundiya polîsan rû bi rû ma û bi kelepçeya berovajî hatin binçavkirin. Rabîa Onver piştî îfadeyê hat berdan, lê kamera û telefonên wê hatin desteserkirin. Medîne Mamedoglu jî piştî îfadeyê hat berdan. Elîf Akgul di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê de li Enqereyê hat binçavkirin û 24 saetan mafê wê yê hevdîtina bi parêzerê wê re hat astengkirin. Piştî ku dema binçavkirina wê hat dirêjkirin, di 21'ê Sibatê de hat girtin û şandin girtîgehê. Ev bûyer careke din nîşan didin ku rojnameger dema ku peywira xwe dikin zextên sîstematîk li wan tên kirin û bi pêkanînên derqanûnî rû bi rû dimînin.   10 rojnameger girtî ne   Zextên qanûnî yên li ser rojnamegeran nahêle ku ew bi serbestî karên xwe bikin û wekî hewldanek ji bo bêdengkirina medyaya serbixwe têne bikaranîn. Di meha sibatê de der barê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin, der barê 3 rojnamegeran de doz hat vekirin û bi giştî 10 rojnameger girtî ne. Eylem Babayîgît, Necla Demîr Arvas û Reyhan Hacîoglû ji ber karên xwe yên pîşeyî bi hincetên giran ên wekî 'endamtiya rêxistinê' tên darizandin. Bernameyên televîzyonê, parvekirinên medyaya dîjîtal û naveroka nûçeyan ê rojnamegeran weke hêmanên sûc tên nîşandan. Melek Avci ji ber parvekirinên nûçeyên xwe yên li ser medyaya dîjîtal bi sûcdariya 'propagandaya rêxistinê' tê darizandin. Nevşîn Mengu bi îdiaya  'propagandaya rêxistinê'  ji ber roportajeke xwe hat darizandin û salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Astengiya malper û hesabên dijîtal   Pêvajoyên wiha yên darazê yên li dijî rojnamegeran tê wateya tinekirina azadiya çapemeniyê. Azadiya raman û derbirînê yek ji hîmên bingehîn ên civakên demokratîk e û divê rojnameger ji ber pêkanîna erka xwe neyên cezakirin. Zextên li ser rojnamegeran ne tenê fîzîkî û hiqûqî ne, di qada dîjîtal de jî sansûreke tund tê kirin. Di meha sibatê de 3 malperên nûçeyan hatin girtin û ketina 9 platformên medyaya dîjîtal hate astengkirin. Hesabên X'ê yên Kurdî û Tirkî yên JINNEWS'ê, hesabên medyaya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamyayê (MA), Rojnameya Xwebûn, Amed Times, Serhat News, Arti Gerçek û Ozgur TV'yê hatin astengkirin. Her wiha Servîsa Kurdî ya Dengê Amerîkayê, malpera Ajansa Mezopotamyayê û Ajansa Sûr hatin girtin. Van astengiyên gihîştina platformên medyaya dîjîtal rasterast mafê gel ê gihaştina agahdariya rast binpê dike. Azadiya çapemeniyê ne tenê mafê rojnamegeran her wiha mafê hemû civakê ye.   Em ê dengê xwe bilid bikin   Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em hemû zextên li ser çapemeniya serbixwe şermezar dikin û careke din biryardariya xwe ya parastina azadiya çapemeniyê radigihînin. Rojnamegeriya serbixwe garantiya mafê raya giştî ya wergirtina nûçeyan e. Lê belê rojnameger dema karê xwe dikin û ji ber newekheviya zayendî zext li wan tê kirin. Ev rewş ne tenê parastina mafê rojnamegeran di dixe xetereyê, di heman demê de mafê hemû civakê dixe xeteriyê.   Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî van êrîşên giran ên li ser pîşeya rojnamegeriyê dengê xwe bilind bikin û hevgirtina bi çapemeniya serbixwe re zêde bikin!   Binpêkirina mafên li dijî ewlehî û mafê jiyanê yên rojnamegeran:    Rojnameger û weşanên êriş li wan hatine kirin 3 Rojnamegerên bi ser malên wan de hatine girtin 1 Rojnamegerên hatine binçavkirin 4 Rojnamegerên hatine girtin 2 Rojnamegerên muemeleya xerab li wan hat kirin 6 Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin 2   Binpêkirina ramana azadiyê ya rojnamegeran:   Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin 2 Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin 3 Rojnamegerên hatine cezakirin 2 Cezayê hepsê 2 sal 6 meh Rojnamegerên ku darizandina wan berdewam dike (Hejmara dosyayan) 7 Hejmara kesan 8 Hejmara Rojnamegerên Girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’an heta niha ) 10   Astengkirina hesabên medyaya dîjîtal:    Malperên hatine girtin 4 Platformên Medyaya Dîjîtal ên Hatine Astengkirin 9   Lîsteya Rojnamegerên girtî:   1.Elif Akgul - Rojnameger  2.Elif Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê  3.Eylem Babayigit – Rojnameger  4.Hatice Duman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê  5.Necla Demir Arvas - Rojnameger  6.Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê ya berê  7.Oznûr Değer – Nûçegîhana JINNEWS'ê 8.Rahime Karvar –  Rojnameger  9.Reyhan Hacioglu – Rojnameya Yeni Yaşamê 10.Zuleyha Muldur – Ajansa Nûçeyan a Etkinê"