Li Konyayê starta 8’ê Adarê hat dayîn 2025-02-22 20:49:28   KONYA - Li Konyayê jin di bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatin gel hev. Di bernameyê de wiha hate gotin: “Li Konyayê bi pêşengiya jinan bila carek din me baş guhdar bikin. Em jin, jinên Kurd, Tirkiyeyê piştgiriyê didin însiyatîfa aştiyê ya Birêz Ocalan daniye holê û bi vê însiyatîfê bawer dikin.”   Meclîsa Jinan a Konyayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê y aGelan (DEM Partî) li saloneke dawetê bi bernameyekê stargeha 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Gelek jin tevli bernameyê bûn û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin.   Ji Platforma Jinan a Konyayê Leyla Ulcan banga tevlibûna qadên 8’ê Adarê kir û got: “Em behsa xiznaiyek giran dikin û sedema xizaniyê polîtîkayên şer tin. Divê em li dijî van polîtîkayan têbikoşin.”   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî da zanîn ku aştî û çareserî bi pêşengiya jinan pêkane û got: “Li Konyayê bi pêşengiya jinan bila carek din me baş guhdar bikin. Em jin, jinên Kurd, Tirkiyeyê piştgiriyê didin însiyatîfa aştiyê ya Birêz Ocalan daniye holê û bi vê însiyatîfê bawer dikin.” Bername bi govendê bidawî bû.