HTŞ: Tirs, zext, darvekirin 2025-02-22 09:04:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji roja ku HTŞ’ê rêveberiya Sûriyeyê xist bi kontorla xwe heta niha, bi pêkanînên li hember jinan derdixe holê ku wê ‘Sûriyeyek çawa’ ava bike.   Li Sûriyeyê piştî hilweşîna Rejîma Baas'ê şûnde Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ), li Şamê rêveberî xist bin kontrola xwe. Piştî vê HTŞ’ê îlan kir ku ‘Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê’ ava kiriye. Lîderê HTŞ’ê Ebu Muhammed El Colanî xwe wek serokdewlet îlan kir.   Hêzên navneteweyî ketin pêşbirka ku HTŞ û lîderê wê rewa bikin û hewl da îmaja wê biguherin. Lê tiştên li Sûriyeyê tên jiyîn bersiva rastiya tê jiyîn dide. Piştî vê guherîna li Sûriyeyê di serî de jin li hember gelan êrîş û zext hatin rojevê. Li hember jinan zext, windabûn, biryarên darvekirinê tirs afirandin û rêxistina mijara gotinê ye nîşan dide ku Sûriyeyê çawa ava bike. Pêkanînên li ser jinan ku ji roja HTŞ hatiye tên meşandin van pêkanînan datîne holê.   Jin di hedefê de ne   Ebu Muhemed El-Colanî îdia kir ku hikûmeta demkî ya hatiye avakirin dê "edalet, ewlehî û aramiyê" li Sûriyê ava bike. Lê axaftin û pêkanîn bi taybetî di derbarê mafên jinan de nîşan dide ku rejîma nû xeta xwe ya hişk a îdeolojîk diparêze.   Seroka Buroya Karûbarên Jinan a HTŞ'ê Ayşe el-Dibs di daxuyaniya xwe ya li ser polîtîkayên hikûmetê yên jinan de diyar kir ku wan polîtîkayên jinan ên AKP'ê yên li Tirkiyeyê ji xwe re mînak girtine. Eyşe El-Dîbs îdia kir ku jin dê di perwerde, karsazî û jiyana civakî de cih bigirin, lê daxuyaniyên wê yên li ser vê yekê nîşan dide ku cihê hemû jinan nemaye.   Ferzkirina li gorî me tevbigerin   Ayşe El Dîbs der barê mafê ‘qadê’ ya wê li Sûriyeyê bidin rêxistinên femînîst de jî axivî û got: “Ger rêxistinên jinan li gorî modela ku em ê ava bikin tevbigerin, em ê wan pêşwazî bikin. Lê em ê cih nedin kesên ku bi nêrînên me razî ne.”   Lijneya Şerîatê   Ayşe El Dîbs got armanc dikin ku modelek hikûmetê ya li gorî rastî û rewşa jinên Sûriyeyê ava bikin û got ev model jî wê li gorî hiqûqa şerîata Îslamî be.  Ayşe El Dîbs diyar kir ku divê jin li gorî ‘vejîna’ xwe tevbigerin û rola nav malbatê esas bigirin.   Ji rêxistinên jinan bertek   Li dijî gotinên Ayşe El Dîbs ya HTŞ’yî ji her derê cîhanê bertek hat nîşandan.   Jin nikarin di merciyên bilind de cih bigirin   Berdevkê HTŞ’ê Ubeyd Arnavut jî daxuyan ku jin nikarin di merciyên bilind ên wek wezaret û parlamentoyê de cih bigirin û got: “Ji ber taybetiyê jinan yên biyolojîk û psîkolojîk jin nikarin di peywirên wisa de cih bigirin.” Bi van gotinan wekheviya zayenda civakî jî hat redkirin.   Ya biryara darvekirinê xwend Wezîrê Dadê bû!   Li Îdlîbê kesê ku biryara darvekirina du jinên hatin darvekirin, xwend wek Wezîrê Dadê yê HTŞ’ê hat tayînkirin.     Armanc çavtirsadin e   Parêzvanên mafê mirovan, diyar kirin ku darvekirinên wisa bi armanca çavtirsandina civakê û çewisandina jinan tên kirin û bertek nîşanê biryarê dan. Hat diyarkirin ku darvekirin û ev biryarên wisa bi armanca çavtirsandin û serîtewandina jinan tên kirin.   Winda zêde dibin   Di pêvajoya hikûmeta demkî ya HTŞ’ê de zext û çewidandina li ser jinan, windabûn, revandin jî zêde bûn. Li gorî Navenda Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di 15 rojan de li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de herî kêm 12 jin winda bûne. Piraniya van bûyeran di dema ku jinan jiyana xwe ya rojane berdewam dikirin de hatine jiyîn. Dema çûne zanîngehê, dan û standin an jî dema vedigeriyan malên xwe winda bûne û bi rojane agahî jê nayên girtin.   Di demên dawî de bûyerên hatine jiyîn   Di 1’ê Sibatê de li bejahiya Ceble ya Lazkiyê jina ciwan dema diçû bajar hat revandin. Heman rojê jinek din a ciwan li herêma Safetaye hat revandin. 2’ê Sibatê de li bejahiya Ceremana ya Şamê jina ciwan a diçû zanîngeha Şamê hat revandin. 3’ê Sbiatê de zarokek keç li bejahiya Humsê winda bû. Heman rojê li kampa Neyreb jinek ciwan hat revandin. 4’ê Sibatê de li gundê Ceborîn a bajarê Hums jinek winda bû. 8’ê Sibatê de li Humsê jinek ciwan winda bû. 13’ê Sibatê de xwendekara ji zanîngeha Şamê diçû nexweşxaneya Mîwasat hat revandin.15’ê Sibatê de xwendekarek Fîlîstînê dema qeyda xwe dikir hat revandin. Ji malbatê fîdye hat xwestin.   Rêxistinên jinan û parêzvanên mafê jinan diyar kirin ku sozên ku HTŞ’ê der barê jinan de anîne ziman tenê bi armanca propagandayê hatine kirin û  zextên li ser jinan zêde bûne.   Bi kujerê Hevrîn Xelef re ligel hev e   Yek ji bûyera din ya girîng ev bû;Lîderê rêxistina Ahraruş Şarkiye ku pêkhateya SMO’yê bû, Ebu Hatîm Şakra  ku di qetilkirina Sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef de cih girtibû, li Şamê ligel lîderê HTŞ’ê Muhammed El Colanî re wêne û dîmen hat serwîskirin. Kesên ku navê wî derbas dibû hat hînbû ku bi navê Ahmed Îhsan Fayyad El Hayes ji zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê mezun bûye.   Bêdengiya qada navneteweyî   Hikûmeta demkî ya HTŞ’ê ava kiriye ji aliyê civaka navneteweyî ve bi fermî neyê naskirin jî ji ber rol ali herêmê gelek welat bi rêveberiya nû re di têkiliyê de ne. Lê ji ber van pêkanînên li hember jinan hîna bertekek xurt nehatiye nîşandan.   Malbat bê hêvî ne   Malbatên jinên winda, ji rêveberiya nû ya HTŞ’ê bersivê dipên. Lê bêdengiya HTŞ’ê didome. Jinên Sûriyeyê yên bi kontorla hikûmeta demkî ya HTŞ’ê de, di nav hawira tirsê de jiyana xwe didomînin.