Di roja Zimanê Dayikê de girîngiya ziman hat bibîrxistin 2025-02-21 15:05:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên ku li gelek bajaran di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de hatin dayîn de bal hat kişandin ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê.    Bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de di nav de bajarên wekî Dêrsim, Enqere, Edene û Mêrsînê jî heyî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.   Amed    Platforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêyî zimanê dayikê tenduristî nabe” hate hilgirtin. Ji rayedarên Odeya Bijîşkan a Amedê Sabîre Aygun, di daxuyaniyê de got: “Daxwaza xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê, parçeyeke mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweşan û mafên sereke yên mirovan e. Ji bo xizmeteke wekhev û baş divê di qada tenduristiyê de zimanê dayikê were bikaranîn, astengiyên li pêşiya ziman bên kêmirin û di navbera xebatkarên tenduristiyê û nexweşan de têkiliyeke baş û bitendurist hebe. Di qada tenduristiyê mijara esasî ew e ku zirarê nedin nexweşan. Ma heke mirov bi zimanê nexweşî/ê nezane dê çawa pêşî lê bigirî ku zirarê nedeyê? Ji bo pêşîlêgirtina zirardayinê û pêşkeşkirina xizmetên tenduristiyê, divê cihêkarî di navbera nîjad, gel, ziman, zayend, ol û çînan de neyê kirin.”    Sabîre Aygun, got: “Divê xebatkarên tenduristiyê yên bi Kurdî dizanin li herêmên Kurd lê dijîn bên peywirdarkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka ziman a di qada tenduristiyê de, divê di her qatê de perwerdeya zimanê dayikê fermî bibe û zimanê dayikê di her qada jiyanê de bê parastin. Em dixwazin ku her kes bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê bigire.”    Dêrsim    Şaxa Egîtîm Sen a Dêrsimê jî daxuyanî da. Daxuyaniya bi Kurdî Seroka Yapi Yol Senê Evrîm Ay xwend. Ay, bi zaravayê Kurdî Kirmanckî axivî û got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke ye. Zarokeke ku çanda xwe bi zimanê xwe hîn dibe û cîhana xwe ya fêmkirinê bi zimanê xwe dixemilîne, dema dest bi dibistanê dike zimanê wan tune tê hesibandin û ev tê wateya nenaskirina nasnameya wan. Ziman, ji bo pêşxistina çanda civakekê hêmaya sereke ye. Lewma perwerdeya bi zimanê dayikê, ji bo çanda civakekê di navbera nifşan de bidome gelek girîng e.”    Riha   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê jî li Rihayê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayin. Bi zimanên Kurdî û Erebî dovîzên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bêyî ziman jiyan nabe” û “Her cih Kurdî her dem Kurdî” hatin hilgirtin. Endamê Meclisa Şaredariya Eyyubiyeyê Celal Altun daxuyaniyeke kin da.    Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan, bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û got: “Ev sedsal in Kurdî tê înkarkirin. Ev yek li gorî bawerî, hiqûqa hemdem û wijdanê nayê qebûlkirin. Polîtîkaya ‘Bi Tirkî biaxive pir biaxive’ êdî têk çûye. Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve. Divê Kurdî bibe zimanê fermî.”    Li navçeyên Wêranşar û Sêweregê jî daxuyanî hatin dayin. Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyan di daxuyaniyan de bertek nîşanî qedexeyên li ser zimanê Kurdî dan.    Tetwan    Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li ber Yaşam AVM'ê ya navçeya Tetwan a Bêdlîsê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêveberiya Bajar û navçeyên başêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Komeleya Çand û Hunerê ya Serhadê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Statuya Kurdî pewerdehîya bi Kurdî" hat vekirin. Mamosteyê Kurdî Ferhat Toptaş metna daxuyaniyê xwend.   'Abdullah Ocala ji bo parastina zimanê kurdî bangên dîrokî kir'   Ferhat Toptaş diyar kir ku dorpêç, zext û tecrîda li her qadê bi hev ve girêdayî ne û got, “Mînaka vê ya herî berbiçav tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e; Birêz Abdullah Ocalan ji destpêkê heta niha bi paradîgmaya xwe ya dîrokî, civakî, azadîxwaz û demokratîk daxwaza azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan kiriye. "Ji bo vê têkoşîneke bêhempa dide, di derbarê zimanê dayikê bi taybetî kurdî de gelek nirxandinan kiriye û gelek caran ji bo parastina zimanê kurdî bangên dîrokî kirine."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.   Colemêrg    Li navenda bajarê Colemergê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê, TJA û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta "Statuya Kurdî perwedehiya bi Kurdî" hate vekirin.   Li ser navê beşdaran, Hevserokê  DEM Partiyê  yê Colemêrgê Kadîr Şahîn daxuyanî xwend.   Gever    Di daxuyaniya li navenda navçeya Geverê de pankarta "Aştiya civakî bi aştiya zimanên pêkane/Riya aştiya civakî bi aştiya ziman e" hat vekirin. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Gevetê, dayikên aştiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn, li ser navê girseyê Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez daxuyanî xwend.   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.   Şirnex   Li Kolana Hunerê ya navçeya Cizirê ya Şirnexê daxuyanî hate dayin. Bi pêşengtiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê û Şaxa Egîtîm Senê daxuyanî hat dayin û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniya li vir de hate gotin ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û xwedî temînateke qanûnî be.    Ji Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Rojger Nûh Ant, got: “Hêj jî di gelek qadan de Kurdî tê qedexekirin. Polîtîkayên zext, tunekirin û pişaftinê li ser me tên meşandin. Tevahiya saziyên li her deverên Kurdistanê mîna aşên pişaftinê dixebitin. Ev êrişên li dijî zimanê Kurdî tên kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Nêzikatiya dewletê ya li dijî Kurdan û nirxên Kurdan girêdayî hev in. Mînaka vê ya herî şênber jî birêz Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan, ji destpêkê heta niha azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze. Ji bo vê jî têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Parastina azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan, di şexsê zimanê Kurdî de tê wateya azadiya hemû zimanan.”    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û ev tişt anî ziman: “Heta ku Kurdî dibe zimanê perwerdeyê em ê têbikoşin. Divê zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û bijîn.”    Piştî daxuyaniyê stran hatin gotin û govend hate gerandin.    Enqere    Li Navenda Giştî ya Egîtîm Senê daxuyanî hate dayin. Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak di daxuyaniyê de got ku perwedeya bi zimanê dayikê mafekî însanî yê sereke ye. Irmak, diyar kir ku dewlet û hikûmet mecbûr in ku derfetên perwerdeyeke baş û demokratîk ji bo hemû kesan biafirînin. Irmak, xwest ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê zemîna pêwîst were amadekirin.    Edene   Şaxên ÎHD û Egîtîm Senê yên Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî dan. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajar jî tev li bûn. Serokê Şaxa Egîtîm Senê Fatîh Toprak anî ziman ku bi milyonan xwendekar ji zimanê xwe yê dayikê bêpar hatine hiştin û ev rewş hêj didome. Toprak, got ku perwerdeya pirzimanî ji bo pêşketina pedagojîk a zarokan xwedî bandoreke erênî ye û ev tişt anî ziman: “Sepanên di qada perwerdeyê de yekzimaniyê ferz dikin, rê li ber pirsgirêkên pedagojîk û psîkolojîk vedikin.”    Hatay   Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Coşkun Selçûk, got: “Mafê her kesekî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Em dixwazin ev maf demildest bê cîbicîkirin.”    Mêrsîn   Atolyeyên Kolektîf ên Sanatoliayê yên Mêrsînê, ÎHD, Egîtîm Sen û Sendîkaya Mamosteyên Taybet jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî dan. Daxuyanî bi zaraveyên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî û bi zimanê Tirkî hatin dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Pîroz be” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye" û "Perwerdeya bi zimanê dayikê nayê astengkirin” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê astengiya herî mezin feraseta netewe dewletê ye û wiha hate gotin: “Netewe dewletê bi feraseta pişaftin, yekperestî û qedexeker daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê red dike. Feraseta netewe dewletê ferz dike ku tevahiya gelên li ser erdnîgariyekê bi yekzimanî biaxivin û perwerde bibin.”    Daxuyanî bi stranan bi dawî bû.