Qeyûm nivîsa ‘jin jiyan azadî’ jê bir 2025-02-20 18:17:18   SÊRT- Qeyûm Kemal Kizilkaya ku tayînê şaredariya Sêrtê bû, nivîsa bi Kurdî, Tirkî û Erebî ya li dîwarên Parka Kizlar Tepesî ya ‘jin jiyan azadî’ û wêneyê Jîna Mahsa Amînî û jinên din nîvê şevê de paqij kir.   Qeyûm Kemal Kilzilkaya yê di 29’ê Çile de tayînê şaredariya Sêrtê bû,  nivîsa bi Kurdî, Tirkî û Erebî ya li dîwarên Parka Kizlar Tepesî ya ‘jin jiyan azadî’ û wêneyê Jîna Mahsa Amînî û jinên din nîvê şevê de paqij kir. Dîwar bi rengên ku girtîgehan tîne hişê mirovan boyax kirin.