'Jina pêşketî civaka pêşketî ye' 2025-02-03 09:07:18        Mîdye Miqted   HELEB - Jinan diyar kirin ku divê jin jî di nava biryar û pergala nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigirin û wiha gotin:"Daxwaza me weke Meclisa Jinê ya di Partiya Yekitiya Demokratik de ew e ku cihê jin di avakirina hikumeta nû de hebe ji ber em bi hevoka ku dibêje 'jina pêşketî civaka pêşketî ye' xebatên xwe dikin. Em bi vê gotinê bawer in û me ji xwe re esas girtiye."   Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Yekitiya Demokratik (PYD) Jiyan Berkel û  Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya PYD'ê Gulistan Şêxo li ser rol û mafê jinan ên li Sûriyeyê nirxandin kirin.    Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Yekitiya Demokratik (PYD) Jiyan Berkel di destpêkê de da zanîn rola jinan a di civakê de girîng e û wiha got:"Jin ji ber ku di nava civakê de xwediyê cihekî girîng in loma jî divê em panel û xebatên ji bo jinan hîn zêde bikin."   'Projeya netewa demokratîk her wext û gavê girîng e'   Di dewamiya axaftina xwe de Jiyan Berkel got divê bi felsefeya netewa demokratîk Sûriyeyek nû ava bibe û wiha dirêjî dayê:"Em weke Partiya Yekitiya Demokratik nêrîna me ew e ku heya ku em Sûriyeyek nû demokratîk ava bikin divê projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan esas were girtin. Projeya netewa demokratîk hemû gel û netewan di nava xwe de hembêz dike. Sûriyeyeke ne navendî, esil daxwaza me pirrengî ye."   'Jina pêşketî civaka pêşketî ye'    Di dawiya axaftina xwe de Jiyan Berkel got divê cihê jinan di hikumeta nû de hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Daxwaza me weke Meclisa Jinê ya di Partiya Yekitiya Demokratik de ew e ku cihê jin di avakirina hikumeta nû de hebe ji ber em bi hevoka ku dibêje 'jina pêşketî civaka pêşketî ye' xebatên xwe dikin. Em bi vê gotinê bawer in û me ji xwe re esas girtiye. Heger jin ne pêşketî be civak jî ne pêşketî ye, her çiqas jin cihê xwe di avakirina hikumeta nû de bigire ewqas wê Sûriyeyeke demokratik bê avakirin."   Têkildarî heman mijarê Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya PYD'ê Gulistan Şêxo jî wiha got:"Armanca me ya lidarxistina panel û xebatan ew e ku em bi derdorê li vir hazir projeya xwe ya guncav ji bo avakirina Sûriyeyek nû bidin pêşkêşkirin. Ji ber li vir ereb, ermen, mesîh, çerkes û partiyên siyasî amade ne da ku em bidin naskirin ku divê di Sûriyeya nû de cihê jinê bidin tekeqkirin."   'Di destûra nû de hebûna jinê girîng e'   Di dewamiya axaftina xwe de Gulistan Şêxo got divê di destûra nû de cihê jinê hebe û wiha bi lêv kir:"Di avakirina Sûriyeyek nû û bi taybet di destûra nû de û nivîsandina wê de cihê jinê divê hebe. Çimkî heger jin di vê pêvajoyê de rola xwe nelîze wê tehlûkeyê ava bike. Her wiha heger destûr bi zihniyeta mêrê desthilatdar were avakirin wê demê wê cih nedin demokrasî û dadweriyê."   Sûriyek pirreng  daxwaz dikin   Di berdewamiyê de Gulistan Şêxo da zanîn ew Sûriyeyek ne navendî, pirreng dixwazin û wiha got:"Armanca me ew e ku em Sûriyek yek perçe, pir reng, demokratî û nenavendî ava bikin. Lê ev yek jî wê bi yekîtiyê ava bibe. Heger hukumeta nû vê yekê nepejirîne wê demê li welat cihêkarî bê avakirin."   'Netewa demokrat projeya resteqîn e'   Di dawiya parvekirina nêrîna xwe de Gulistan Şêxo da zanîn ku projeya netewa demokratîk ji bo Sûriyeya nû ya herî guncav e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em jî ji bo Sûriyeya nû projeya herî rasteqîn ji bo Sûriyeyek demokratîk projeya netewa demokratîk dibînin da ku hemû netew para xwe ji nûbûnê bigirin û azad tê de tevbigerin."