'Divê desthilatdarî li alî çareseriyê deng bide gel' 2025-01-26 09:06:28   Elfazî Toral   STENBOL - Endama Meclîsa Partiya DBP’ê Çîçek Ariç da zanîn ku pêvajoya hatiye destpêkirin bi gel re hêvî û bendewariyek cidî ava kiriye û got: “Desthilatdarî divê li alî çareseriyê deng bide gel. Ev gel şer naxwaze.”   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder di 28’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê peyama ji 7 xalî pêk dihat bi rayagiştî re hat parvekirin. Hevdîtinên li Îmraliyê hatin kirin û peyamên derketin holê rojeva Tirkiyeyê diyar dike.    Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîçek Ariç hevdîtinên hatiye kirin û peyamên derketiye holê de axivî.   Çîçek Ariç da zanîn ku piştî Devlet Bahçelî li meclîsê destê xwe da DEM Partiyiyan pêvajo destpê kiriye û got pêvajoya wisa pêş ketiye hatiye asteke ku bandor li hemû civakê kiriye. Çîçek Ariç wiha vegot: “Hevdîtinên bi Îmraliyê hemû Kurdan û gelên Tirkiyeyê eleqeder dike. Kurd bi salane dibêje aştî. Aştî hêviyê dide civakê. Destpêkirina vê pêvajoyê jî hêviyê dide. Li Tirkiyeyê siyaset xitimiye. Pirsgirêkên aborî yên mezin hene. Sedema vê pirgirêka Kurd û tecrîda li ser Abdullah Ocalane. Tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiye. Pêvajoya hatiye destpêkirin jî ji ber vê girînge. Gel aştî û çareseriyê dixwaze.”   ‘Li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye’   Çîçek Ariç got li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasî, hiqûq û edaletê heye û wiha daxuyand: “Pirsa civakê ev e; Li aliyekî pêvajoya aştiyê tê destpêkirin lê li  aliyê din qeyûm tên tayînkirin, rojnameger tên girtin û gotinên aştiyê hene. Divê ev pêvajo girêdayê hev bin. Dema bi zextan bimeşin em nikarin behsa çaresreiyê bikin. Divê ev pêvajo tenê neyê hiştin. Divê civak ji bo aştî û çarseriyê piştgiriyê bide. Civak çi dixwaze?Divê di vê esasa daxwaza gel de nêz bibin.”   ‘Berpirsyarî dikevin ser milê her kesî’   Çîçek Ariç balkişand ser peyama ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû aliyên siyasî piştgiriya pozîtîf bidin pêvajoyê. Bêguman yek ji zemîna herî girîng ya piştgiriyê bide TBMM'e wiha vegot: “Birêz Ocalan destnîşan kir ku ew dikarin van hemû pirsgirêkan çareser bikin û wî parlemento wek navnîşana vê pirsgirêkê nîşan da. Ji bo em vê pêvajoyê veguherin pêvajoya aştiyê divê her kes bi taybet jin tevkariyê bike. Pêdivî ye ku meriv hay jê hebe ku peyama hatî şandin çiqas girîng e. Pêvajoyeke ku ev 50 sal in didome heye û di vê pêvajoyê de kurdan berdêlên mezin dan. Ji ber vê yekê her dayikek Kurd tekez dike ku divê di zûtirîn dem de aştî li vî welatî pêk were. Di vê wateyê de ne tenê dayikên Kurd, hemû dayik xwedî berpirsyarî ne. Pêwîste her dayîk di vê pêvajoyê de tevkariyê bike û xurt bike.”   ‘Divê desthilatdarî deng bide civakê’   Çîçek Ariç di dawiyê de wiha anî ziman: “Piştî 45 mehan bi Îmraliyê re têkilî danîn û ev têkilî pir bi qîmet e. Em nikarin vê pêvajoya ku piştî muzakereyan dest pê kir, paşde bixin.  Di vê nuqteyê de li Tirkiyeyê divê pirsgirêkên civakî bên rakirin. Ev gel êdî şer naxwazin. Ev gel êdî aştiyê dixwazin, çareseriya civakî dixwazin.  Ev kes çareseriya pirsgirêkên siyasî, civakî û hiqûqî dixwazin. AKP ku 20 sal in desthilatdar e, pêwîste daxwazên gel bi cih bîne. Çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê. Li vî welatî pirsgirêkeke cidî ya jinê û aboriyê heye, em nikarin van bi tecrîdê çareser bikin. Tirkiye jî ji bo civak û gelê xwe pêdiviya pêvajoyeke wiha heye. Ji ber vê jî weke jin banga me ya desthilatdariyê heye. Divê hikûmet baş bizane ku êdî ev pêvajo bi zextan pêk nayê û çareser nabe. Pêwîste dengê xwe bide vî gelî û vê civakê. Ev gel alîgirê çareserî û demokrasiyê ne. Ev gel ne alîgirê şer in. Ji bo ev pêvajo demokrasiyê bîne welat divê hemû şert û merc bên afirandin.”